Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî daxuyaniya “Biryarên DMME’yê me eleqedar nakin” a Erdogan nirxand û got: “Erdogan serî lê dide dibe, lê dema Demîrtaş serî lê dide Tirkiyeyê eleqedar nake gelo?”

Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) xwest Selahattîn Demîrtaş bê berdan da, li Lîjneya Giştî ya Meclîsê axaftinek kir. Kerestecîoglu bal kişand ser biryara DMME’ê ya ji bo Demîrtaş û got girtina Demîrtaş li dijî hiqûqa netewî û navnetewî ye û divê demildest bê berdan. 
 
Kerestecîoglu bal kişand ser daxuyaniya “Biryarên DMME me eleqedar nakin” a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û serlêdana Erdogan a di sala 2002’an de ku serî li DMME’yê dabû bi bîr xist. Kerestecîoglu wiha pirsî: “Erdogan di sala 2002’an de serî li DMME’yê dide dibe, lê dema mijar dibe Selahattîn Demîrtaş û serî li DMME'yê dide, biryar Tirkiyeyê eleqedar nakin gelo?” 
 
Kerestecîoglu xwest ku DMME li ser biryara xwe bisekine û Demîrtaş jî demildest bê berdan.