Başaran: Em ê dev ji qeyûma bernedin, wê hesab bidin

img
ÊLIH - Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku ew ê dev ji deynên ku qeyûma xistine stuyê şaredariyan bernedin û ew ê di hilbijartina herêmî de serketineke mezin bi dest bixin. 
 
Şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin, qeyûman heta qirikê wan di nav deynan de hişt. Yek ji evan şaredariyan jî ya Êlihê ye. Qeyûm di nav du salan de 131 milyon lîre deyn xist stuyê Şaredariya Êlihê û ev yek bi raporên Dîwana Muhasebatê (Sayiştay) hatin tespîtkirin. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ev yek û xebatên ji bo hilbijartina herêmî nirxandin. 
 
'EW JÎ DIZANIN' 
 
Başaran, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Erdogan ku partiya wan hedef girtibû. Başaran, anî ziman ku Erdogan diçe kuderê gefan li partiya wan dixwe û got: "Îktîdar ji bo hilbijartinên herêmî baş dizane wê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin bi dest enxe. Polîtîkayên qeyûman li gorî dilê wan pêk nehatin. Li gorî wan wê bi qeyûman gel tercîha xwe biguherîne. Lê ev yek li gorî wan derneket." 
 
'ANKET NE LI GORÎ DILÊ WAN IN' 
 
Başaran, destnîşan kir ku encamên anketan jî ne li gorî qeyûman e û got: "Di ajandayên xwe yên veşarî û anketan de dîtin ku polîtîkayên pêk anîn li gorî hesabê wan derneketin. Em jî diçin kuderê gel gilî û gazindên xwe yên ji bo qeyûman tînin ziman. Ew jî baş bi vê dizanin. Li Êlihê jî encam ne li gorî dilê wan e. Wexta ditin em ê şaredariya wan bi zorê dest daniye ser bi dest bixin, dîsa dest bi qirkirina siyasî kirin. Binçavkirin dest pê kirin." 
 
'GEL BÊTIR XWEDÎ DERKET' 
 
Başaran, bilêv kir ku AKP bi zext û zoriyan kampanyaya hilbijartinê bi rê ve dibe. Başaran got: "Îktîdar bi reşkirinê, bi manîpulekirina xebatên me kesên wê bibin namzet û bi ser bikevin ji niha ve krîmînalîze dike. Ev yek ne li Kurdistanê ne jî li Tirkiyeyê wê bi ser nekeve. Heta beriya 24'ê Hezîranê û kongreya me ya giştî jî ev yek kirin, lê me dît gel ji berê bêtir xwedî li partiya xwe derdikeve. Em wisa difikirin ku em ê di şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin de bêtir bi ser bikevin." 
 
'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN' 
 
Başaran, anî ziman ku der barê fealiyetên qeyûm ên li Êlihê de wan li Meclîsê pêşniyazpirs berpêş kiriye û got: "Tiştên me tim lêpirsîna wan dikir û tespît dikirin bi raporên Dîwana Muhasebatê jî hatin tespîtkirin. Me dizanibû wê şaredariyan têxin bin deynan. Lê me dît ji texmînên me wêdetir wan xistine bin deynan. Her wiha rewşa Şaredariay Kercewsê jî li holê ye. Heta qirikê di nav deynan de ye. Rê hatine serobinokirin û xizmet tune ye. Gel nizane wê giliyên xwe ji kê re bike. Em ê dev ji evan deynan bernedin. Wexta em şaredariyê dîsa bi dest bixin em ê lêkolînan bikin û serî li hemû rêyên hiqûqî bidin û hesabê vê yekê bipirsin." 
 
Başaran, destnîşan kir ku wê gel di 31'ê Adarê de bersiva vê yekê bide.