HDP’ê dema serlêdanên bernamzetan dirêj kir

img
ENQERE – Alîkara Hevseroka HDP’ê Yûrdûsev Ozsokmenler diyar kir ku ji ber zext û pêkutiyên li dijî partiya wan li gelek cihan kar û barên serlêdanên bernamzetên dereng ketine û ji ber vê yekê serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo partiya xwe heta 18’ê kanûnê dirêj kirine. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku serlêdanên bernamzetan ên ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê yên ji bo partiya xwe dirêj kirine. Alîkara Hevseroka HDP’ê Yûrdûsev Ozsokmenler têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku dema serlêdanê heta 18’ê kanûnê dirêj kirine. 
 
Ozsokmenler diyar kir k udi nav mehekê de zext û pêkutiyên li dijî partiya wan zêde bûne û di vê çarçoveyê de parlamenterên berê jî di nav bi sedan endam, xebatkar, rêveberên partiya wan hatin binaçvakirin û girtin. Osokmenler anî ziman ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê bînayên partiya wan ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin û ketin û têketinên wan hatine astengkirin. 
 
Ozsokmenlker destnîşan kir ku ji ber zext û pêkutiyên lig elek cihan kar û barên serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo partiya wan derng ketine û ji ber vê yekê neçar mane ku dema serlêdanên ji bo bernamzetiyê dirêj bikin û wiha got: “Li gel vê yekê jî bi bi hezaran kes ji bo bernamzetiyê serî li partiya me dane. Her serlêdanekê li dijî van zext û pêkutiyan bersiv û sekneke bi rûmet e.”
 
Ozsokmenler da zanîn ku dê AKP’ê di 31’ê Adarê de winda bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “HDP têkoşîna demokrasî, aştî, bawerî û wêrekî ye. Dê partiya me hêviya gelên bindest a ji xwe vala dernexe. Dê AKP bersiva van zext û pêkutiyên xwe bigire û cihên ku herî zêde pê bawer e dê 31’ê Aadarê de winda bike.”