Buldan: AKP ji bo polîtîkaya hilbijartinê êrîşî Mexmûr û Şengalê dike

img

AGIRÎ – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku êrîşa li dijî Şengal û Mexmûrê polîtîkaya AKP’ê ya hilbijartinê ye û got: “Feraseta li Cizîr, Silopî, Sûr, Gever û Nisêbînê kevir li ser kevirê nehişt, îro bi dorpêç û tasfiyekirinê îktîdara xwe diparêz e.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta pê re îro serê sibê zû ji Îdirê hatin navçeya Bazîdê ya Agiriyê û li vir ziyaretan pêk anî. Gelê navçeyê Buldan û yên pê re bi def û zirnê pêşwazî kirin. Pişt re Buldan derbasî avahiya partiya xwe ya navçeyê bû û bi gel re hat ba hev. Piştî serdana Bazîdê, heyeta HDP’ê karwanê wesayîtan derbasî navenda Agiriyê bû û beşdarî civîna gel a li Salona Dawetê ya Hatemoglu bû. Rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. 
 
‘FERASETA KU BAJARAN XERA KIR ÎRO CAREK DIN LI SER KAR E’ 
 
Hevserok Buldan di civînê bi bîranîna kesên di serdema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û got: “Feraseta li Cizîr, Silopî, Sûr, Gever û Nisêbînê kevir li ser kevirê nehişt, îro bi dorpêç û tasfiyekirinê îktîdara xwe diparêz e. Belê 3 sal berê û salên beriya wê jî heman ferasetê ji bo parastina qoltixê xwe bi tasfiye, tunekirin û zextan vê pêvajoyê danbûn destpêkirin.” 
 
‘JI BO DENGÊ NIJADPERESTAN BI DEST BIXE ÊRÎŞÎ MESMÛR Û ŞENGALÊ DIKE’ 
 
Buldan da zanîn ku ew ê di hilbijartina 31’ê Adarê de gel bersiv bide AKP’ê û got: “Gelê me di hilbijartinên berê de bersiva hemû polîtîkayên wan tunekirinê da. Niha jî em bi hilbijartinekê re hevrû ne. Zîhniyeta ku dizane nikare me di sindoqan de têk bibe bi girtin, zext, bombekirinê dixwaze têk bibe. Gelê Mexmûrê dîsa tê bombekirin. Mexmûr bajarokek ku ji ber zilma dewletê koçkirin pêk tê. AKP bi êrîşa Şengal û Mexmûrê dixwaze di arîfeya hilbijartinê de ji bo dengên nijadperestan bi dest bixe amadekariyan dike. Hûn ji gelê Sûriyeyê çi dixwazin? Hûn ji gelê kurd yên li Sûriyeyê çi dixwazin? Ew mirov di nava aramî û aştiyê de dijîn. Hûn ji wan çi dixwazin? Li gorî daxuyaniyên Erdogan wisa tê xûyakirin ku dê hilbijartinek din jî bi pêvajoya şer derbas bibe.” 
 
‘LI TIRKIYEYÊ BEHSA EDALETÊ NAYÊ KIRIN’ 
 
Buldan da zanîn ku li Tirkiyeyê behsa edaletê û demokrasiyê nayê kirin û hemû girtîgeh bi siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger, parêzvanê mafê mirovan, jin, ciwan û zarokan tije ne. 
 
‘DAXWAZA MILYONAN E’ 
 
Buldan diyar kir ku daxwaza Leyla Guven a bedena xwe daye ber birçîbûnê daxwaza bi milyonan kes e û got: “Leyla Guven vê çalakiyê ji bo şexsê xwe nedaye destpêkirin. Ev daxwaza li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan e.” 
 
Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.