Temellî: Tecrîd mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye

img

WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd muxatab Ocalan e û got: "Tecrîd, mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye. Heta hûn dawî li tecrîdkirinê neynin hûn ê nikaribin tu tiştî bikin." 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî di gera xwe ya herêma Serhedê de çû Qers, Mûş û Wanê. Temellî bal kişand ser hilbijartina herêmî, îtifaqan û tecrîdê. 
 
Temellî pêşî bal kişand ser hilbijartina herêmî û girêdayî vê rewşa muxalefetê. Temellî, destnîşan kir ku niha dem dema ku li hemberî îktîdarê parastina demokrasî, mafên mirovan, hiqûq û aştiyê ye û ji bo vê jî heta HDP muxatab neyê girtin wê hemû hewldanên muxalfetê bi kêrî aşê îktîdarê bên. 
 
Temellî got: "Em bi awayekî rêgezî nêzî vê rewşê dibin. Rêgezê me çi ne? Ger li ser asasê hevwelatîbûyînekê hûn xwedî demokrasiyeke piralî bin, xema we komareke demokratîk û demokrasiyeke radîkal be wê ev pêk bên. HDP, demokrasiya radîkal diparêze. Yanî ev bernameyeke xurt e. Bernameya ku ji bo pergaleke mirov bi awayekî mirovane bijîn. Belê, em hemû derdorên çepgir, sosyalîst, demokratên sosyal û hemû derdorên demokrat dawetî vê dikin. Û em li gor hemû cudahiyan hewl didin." 
 
'DEM DEMA PARASTINA DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN E'
 
Temellî, bilêv kir ku ew bi tu awayî cihêkariyê nakin lê belê bi cihkariyê re rû bi rû dimînin. Temellî, destnîşan kir ku ê ku xwe bi cihêkariyê xwedî dike rejîma otorîter a Erdogan e û ev rejîm bi çavekî dijminane li herkesî dinere, çimkî bê dijminahî îdare nake. Temellî, anî ziman ku îktîdar HDP'ê wekî dijmin dibîne û got: "Lê belê wekî dijmin nêzîkbûyîna ber bi HDP'ê, tê wateya bi dijminahî nêzîkbûyîne ber bi gelê kurd ve jî. Li ser asasên etnîk dijminahiyekê diafirîne û her diçe îktîdara xwe li ser netewperestî, nîjadperestiyê ava dike. Vê yekê bi polîtîkayên zilmê, şidet û şer dike. Em tim dibêjin ev polîtîkayên îktîdarê me ber bi karesatê ve dibe. Em ber bi wê ve diçin. Welat ji dest diçe. Em dibêjin 'de hadê tiştekî bikin.' Ma hûn jî ne welatiyên vî welatî, partiyên vî welatî ne? Ger hûn niha jî ber bi feqa îktîdarê ve diçin, nexwe ferqa we û îktîdar çî ye? Ka ji me re behsa vê ferqê bikin. Divê em niha li hemberî îktîdarê bisekin û aştî, demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê biparêzin. Dem dema vê yekê ye." 
 
'PÊDIVÎ BI ZEMÎNA CIVAKA DEMOKRATÎK HEYE'
 
Temellî, ji bo muxalefetê got heta HDP wekî muxatab neyê girtin, wê hemû liv û tevgerên muxalefetê ji bo gerandina aşê îktîdarê bin. Temellî got: "DI vê çarçoveyê de em bang li muxalefetê dikin; em dibêjin her partiyeke siyasî cudahî, xweserî û projeyên wê hene lê ji bo partiyên siyasî van proje û xwesriyên xwe pêk bînin pêdivî bi zemînekê heye. Navê vê zemînê jî zemîna civaka demokratîk e." Temellî, anî ziman ku heta ev zemîn neyê afirandin, wê tu wateya partiyên siyasî tune be û got: "Ya vê zemînê tune dike îktîdar e. Ev îktîdar hebûna we ji holê radike." Temellî, destnîşan kir ku li hemberî vê ya divê bê kirin ew e ku HDP weki muxatab esas bê girtin. 
 
Her wiha Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo dawî li tecrîdê bên û pêvajoya çareseriya demokratîk, maddeyên Mutabaqata Dolmabahçeyê jî bi bîr xistin. 
 
'TECRÎD MIJARA HERÎ GIRÎNG A TIRKIYEYÊ YE'
 
Temellî got: "Tiştên em behsa wan dikin hemû girêdayî hev in. Hilbijartin, tecrîd, girtiyên siyasî, aborî ne rojevên cuda ne. Çimkî em nikarin evan cuda binrixînin. Em bi israr dibêjin; lê binerin ev mesele hemû girêdayî hev in. Ger wisa be, nexwe divê hestiyariyek hebe. Helbet ji vana ya herî girîng tecrîd e.  Ger em vegerin serî û li metna Mutabaqata Dolmabahçeyê binerin, em dibînin ku çareserkirina hemû meseleyan û êareserkirina demokratîk û destnîşankirina aştiyê yekparebûyînekê dide der. Em dibêjin; ne mimkun e hûn li hemberî vê mijarê xwe li nedîtinê deynin. Mijara tecrîdê mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye. Heta hûn dawî li tecrîdkirinê neynin hûn ê nikaribin tu tiştî bikin. Ji roja ku tecrîd hatiye girankirin yanî ji 5'ê Nîsana 2015'an ve li rewşa Tirkiyeyê binerin; nelirêtî serî berdaye û diçe. Her tişt hatiye serobinokirin. Ne şaş bim heta niha 780 caran serlêdanên parêzeran hatine redkirin. 780 caran redkirina tiştekî, aqilekî çawa heye. DMME'yê der barê Demîrtaş de hêviyên me xurt kirin, lê belê di biryara xwe ya ji bo Ocalan de jî nîşan da ku çi qasî mehkûmê aqilê dewletê ye. DMME hin tiştên berê red dike. Daraza hundir jî cesaretê ji wê distîne. Belkî ne girêdayî wê vê be lê radibe ji bo 6 mehan cezayê dîsîplînê dibıre. Ji bo çareserkirina tecrîdê ev qas hincetên mafdar hene, lê radibe cezayê dîsîplînê dibire. Jixwe tecrîd heye, ma ji vê girantir çi heye. Bi ser de radibû cezayê dîsîplînê dibirî. Wexta em li serdema cezayê dîsîplînê tê birîn dinerin, dibînin ku serdema hilbijartinê ye. Ew 6 meh teqabulî serdema hilbijartinê dike. Ev êdî konetiyeke kirêt e. Em hemû dizanin ev êdî ew tişt e ku îktîdar hişê xwe xwariye û neçar maye." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê Leyla Guvenê jî got: "Divê êdî qîrîniya Leyla Guvenê bê bihîstin." 
 
'WERIN DAXIL BIBIN, DAWÎ LI POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ BÎNIN'
 
Temellî, destnîşan kir ku Leyla Guven bi beden û vîna xwe qîrîneke pir mezin e û ne pêkan e mirov vê qîrîniyê nebihîse. Temellî got: "Herkesî bihîst lê xwe li nebihîstinê datînin. Îro roja 43'yan a çalakiyê ye û êdî ketiye asta krîtîk. Divê vê qîrîniya Leyla Guvenê bê bihîstin. Çalakiya Hevseroka KCD'ê, parlementera me ya Colemêrgê ji bo xwedîderketina li pêşeroja Tirkiyeyê ye. Ji bo hestiyarî û hesasiyetê me çalakiyên greva birçîbûnê yên sembolîk çêkirin. Lê di dema van çalakiyan de bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Em dizanin çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdorveger jî dest pê kirine. A rast ev hemû vexwandin e ji bo raya giştî. Werin daxilî vê mijarê bibin û dawî li polîtîkaya tecrîdkirinê ya dewletê bînin." 
 
Temellî, bilêv kir ku bi tecrîdê pirsgirêk mezintir dibin û ev yek hemû Tirkiyeyê tecrîd dike. Temellî, destnîşan kir ku divê ev yek bê şikandin û got: "Ev mesele meseleya aştî û demokrasiyê ye. Meseleya pêşeroja Tirkiyeyê ye. Ev mesele ne meseleyeke ku hewaleyî hin kesan bê kirinç Di vê çarçoveyê de ez jî careke din bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikim; dengê xwe li dengê Leyla Guvenê zêde bikin, li hemberî etcrîdê hesa bin, tecrîd sûc e, nebin hevparê vî sûc î û ji bo dawî li vî sûcî bê bi berpirsiyarî tev bigerin. A rastî em jî ji kongreya xwe ya dawî heta niha hemû çalakiyên xwe, planên xwe û bernameya xwe bi awayekî yekpare esas digirin. Wexta em kampanyaya hilbijartinê dikin helbet di nav kampanyayê de têkoşîna li hemberî tecrîdê jî heye. Yanî ev yek bi awayekî yekpare berpirsiyariya partiyeke siyasî ye. Navê meseleya li hemberî me faşîzm e. Têkoşîna li hemberî faşîzmê tenê ne bi sindoqên hilbijartinê, tenê ne bi meseleyeke aborî ye, divê bi awayekî yekpare mirov nêzî vê meseleyê bibe. Loma divê herkes bi wêrekî di nav têkoşînê de cih bigire û netirse. Cihgirtina di nav vê têkoşîna demokratîk de, belkî çalakiya herî hêzdar a niha be. Di serî de tecrîd û bi giştî ji bo hemû pirsgirkên li Tirkiyeyê divê em hêza xwe ya demokratîk nîşan bidin." 
 
MA / Adnan Bilen - Mujdat Can