Bîlgen: Ocalan ne kesekî ji rêzê ye tecrid nayê qebûlkirin

img
 
 
ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, piştî 8 mehan di civîna koma partiya xwe de axivî. Bîlgen, tecrîda li ser Ocalan tê meşandin wekî sûcê mirovahiyê bi nav kir û geşedanên li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê û helwesta Tirkiyeyê rexne kir. Bîlgen, anî ziman ku Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin nayê qebûl kirin. 
 
Berdevkê HDP'ê û wekilê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen piştî ji girtîgehê derket, berdevkiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dike û piştî 8 mehan di civîna koma partiya xwe de axivî. Di civînê de endamên Îniyatîfa Malbatên Pirsûsê û berdevkên saziyên elewiyan jî amade bû. Di civînê de sînevîzyona 9 wekîlên HDP'ê yên girtî hat nîşandan.
 
DIVÊ EWIL TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Bilgen, di civînê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan di diroka  Komara Tirkiye de pirsgirêka herî bi xwîn bê xwîn û bi bedele herî kêm hewl daye çareser bike. Tecrida li ser Ocalan tê meşandin, di rewşek krtîk de ye. Li gel ku maê Ocalan ê zagonî ye ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikare bi parêzerê xwe re hevdîtin bike. Ev ne tiştekî lutuf e. Mafê wî yê herî xwezayî û bingehîn e. Zêdeyî salek e nikare bi malbata xwe re hevditin bike. Ev tecrîd e. Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Bê guman li ser kê tê meşandin bila bê meşandin divê me li dijî wê derkevin. Hikûmeta Tirkiye jî zane Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Ji bo xwîn bê rawestandin gavên giring avêtin. Ji bo mirov neyên kuştin şexsekî girîng e. Ji bo ku ji niha û şûnde ciwan neyên kuştin divê gava ewil tecrida li ser Ocalan bê rakirin." 
 
PIRSGIRÊKA TIRKIYE YA SEREKE NE HILBIJARTIN OHAL E 
 
Bilgen, anî ziman ku di nava şertên herî dijwar mîtîng pêk anîn û Di serdema ku mitîngên wan hatin bombekirin de amadekariyên hilbijartinê kirin û wiha got: "Em qet ji hilbijartinê natirsin û narevin. YSK ji bîr kiriye ku bûye alav û amûrê çi. Em dipirsin kijan hilbijartin di kişan şert û mercan depêk tê. Di serdema ku rojnameger tên bêdeng kirin û kanalên televizyonan tê reşkirin de hilbijartin dê çawa karibe pirsgirêkan çareser bike? Em ji hilbijartinê natirsin. Ji bo hilbijartin pirsgirekan çareser bike divê şert û mercên wekhev û demokratik bên avakirin. Pirsgirêka Tirkiye ya sereke ne hilbijartin e. Pirsgirêka sereke  OHAL e. Tu mekanizmayên demokrasiyê yên xwe li pişt OHAL’ê veşêre nikare kar bike. Minaka ve yekê hevşaredar, wekîl û rêveberên me girtî ne." 
 
 
Bîlgen diyar kir ku qasî 9 mehan ew ne bi hev re bûne û wiha axivî: "Li gorî me li ku mayîn ne girîng e, li ku sekinîn girîng e. Îro 9 hevalên me ne di nava me de ne, lê li ku dibin bila bibin dilê wan bi me re ye. Ez hemûyan silav dikim."
 
Bîlgen destnîşan kir ku komarê 94 sal li pey xwe hiştiye û wiha pê de çû: "Pirsgirêka gelan ne bi komarê re ye, bi rêveberiya cotsitandartî komarê bi rêve dibe re ye. Heke îro li Rojhilata Navîn xwîn neyê rawestandin, sedema herî bingehîn wêderkirina nijadî ye. Sedema mezin cudahiya bawerî û mezhebî ye. Pêwîstiya komarê ji nûve nirxandina komarê, ji nûve ponijandinê heye. Îro li Iraq, Sûriye, Yemen û Sudanê xwîn dirije, divê pirsgirêka axa giştî, rêveberiyê ji hev bê veqetandin û pêwîstiyek mezin bi vê heye."
 
'RÛXANDIN PARA TIRKIYEYÊ KET'
 
Bîlgen da zanîn ku ev demek e di navbera Tirkiye, rêveberiya navendî ya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê de pirsgirêk hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî di 15 rojan de 175 hezar kesî koç kiriye. Heke li ber serê we 175 hezar mirov bê koçberkirin, hûn bi vê kêfxweş bibin û hûn nikarin qala aştiya ku komar dixwaze bikin. Heke hûn li gorî polîtîkaya derve girêdana xwe aştiyê nedin nîşan, dê tenê yek gotina we jî ji bo aştiya navxweyî tune be. Îro tenê tişta ku para polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ketiye, rûxandin e. Ev tiştekî ku bê qebûlkirin nîne."