Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe

img
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, diyar kir ku piştî gefên Tirkiyeyê yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din divêtiya ji bo yekîtiya netewî ya kurd derketiye holê û got: "Li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan yekîtî hewce ye û tiştekî lezgîn e." 
 
Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz ku ji bo Kongreya Netewî ya Kurd bicivie bi salan e di nav xebatên di vî warî de tên kirin cih digire, xebatên der barê yekîtiya netewî de tên kirin nirxandin. 
 
YEKÎTIYA NETEWÎ JI BO KURDAN BIVÊ NEVÊ YE 
 
Aydenîz, anî ziman ku wan tu carî navber nedaye xebatên ji bo yekîtiyê. Aydenîz, destnîşan kir ku êdî yekîtiya netewî ji bo kurdan bivê nevê ye û tiştekî lezgîn e. Aydenîz, bilêv kir ku mudaxileyî hemû herêmên kurdan tê kirin, lê belê dîsa jî wê xebatên ji bo yekîtiyê dewam bikin. Aydenîz, destnîşan kir ku ji bo destkeftiyên kurdan bên destgîrkirin gelek êrîş tên kirin, lê belê ger kurd hemû li dor pareke hevpar bên cem hevdu wê êrîş bên astengkirin. Aydenîz got: "Loma yekîtî şert e, bivê nevê ye. Divê ji bo vê pêşengîtî bê kirin. Ji bo rê li ber êrîşan bê girtin yekîtî pir girîng e." 
 
Aydenîz, diyar kir ku pêknehatina yekîtiya netewî bûye sedema gelek tiştan û got: "Di serî de radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîd, di şexsê Kerkûkê de destgîrkirina destkeftiyan, hedefgirtina gelên li Rojavayê û hwd." Aydenîz, bilêv kir ku kurdan ne li gor daxwazên hêzên hegemonîk ne jî li gor daxwazên rejîma Baasê ya Sûriyeyê tev geriyan, ji bo xwe bi xwe rê ve bibin pêvajoyek dan destpêkirin. Aydenîz got: "Lê belê hêzên hegemonîk pêşî Efrînê, paşê Îdlîbê kirin mijara bazarê û niha jî tevahiya Rojavayê hedef digirin û dixwazin bikin nav bazarê. Kurd bi pêkanîna yekîtiya netewî dikarin rê li ber van êrîşan bigirin." 
 
Aydenîz, hişyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo yekîtiya netewî kiribûn bi bîr xist û got: "Birêz Ocalan çend sal berê gotibû, ger kurd di nav xwe de îtifaqekê çênekin wê hem bi êrîşên hêzên hegemonîk hem jî bi hêzên Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê re rû bi rû bimînin. Gotibû 'Wê bi vê re kurd bi tunekirina çanda, ziman û nasnameya kurdî re rû bi rû bimînin.' Konjuktura niha nîşan dide ku bê ev pêşbînî çi qas rast in. Yanî hewldanên tevgera azadiyê ya kurd û Birêz Ocalan ên ji bo yekîtiyê jî nîşan didin ku di van şert û mercên asîmlasiyon û şer de bê yekîtiya netewî çi qasî bivê nevê ye." 
 
Aydenîz, anî ziman ku heta têkoşîna azadiya ya kurd li çar perçeyan yekîtiyê pêk neyîne wê azad nebin, çimkî tu nexşereyêke ji bo azadî, pêşeroja kurdan û zimanê kurdî ya Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê tune ye. Aydenîz got: "Lîstikên li ser kurdan tên lîstin pir qirêjî û prialî ne. Aşkere ye ku kesên vê lsîtikê dilîzin ji bo kurdan tu rê û rêbazeke wan tune ye. Ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn tenê awayekî rêveberiyê heye ew jî rêveberiya demokratîk e. Ji bo ev destkeftî neyên berterfkirin yekîtiya netewî û yekîtiya gelan şert e." 
 
‘ROLEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ JINÊ' 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku di warê yekîtiya netewî de jî roleke mezin dikeve jinan û divê jin bi reng û dengê xwe, bi helwest û pêşengiya xw etev bigere û got: "Em dikarin mînaka li Rojavayê bidin. Li wir hem şer didome hem jî jin karên avakirina civakiyî dikin. Yanî bi pêşengiya jinan felsefeya bawerî pê çêbûye bi goşt û neynûk dibe. Di vî warî de jî jin çi ji destê wan bê wê bikin."