Temellî: Li Tirkiye tenê terorek heye ew jî 17 terorîstên malbata Şenyaşar qetil kirin e

img
AYDIN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî kongreya Bajar a Aydinê bû û diyar kir ku di nava AKP'ê de nelirêtî, dizî û tu çi bixwaze heye û wiha got: "Îktidara AKP'ê li Tirkiye bi şer îktîdara xwe diparêze. Gelan dike dijminê hev û bi hev dide şerkirin. Ji HDP'ê re dibêje têkiliya wê û terorê bi hevre heye. Li Tirkiye tenê terorek heye. Ew jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ye. 17 terorîstên li Nexweşxaneyê malbatna Şenyaşar qetil kirin e." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Aydinê 2’emîn Kongreya Awarte li Salona Dahwetê ya Ova Emîrê pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Murat Çepnî, Endamên Meclîsa HDP'ê, endam û rêveberên HDP'ê yên Aydinê jî di navde gelek kes amade bûn. Li salona kongreyê pankarta "Em li dijî komkujiya siyasî stu xwar nakin, em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Panzehîra Faşizmê wêrekî ye. Em wêrekiyê belav bikin û heviyan mezin bikin" vekirin. Dîsa li salonê wênyê Leyla Guven bilind kirin. 
 
Di kongreyê de ewil Remziye Tosun, axaftina vekirinê kir û bi kurdî beşdarên kongreyê silav kirin. Tosun, anî ziman ku Leyla Guven bi çalakiya xwe berxwedanê bilind dike. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî anî ziman ku hemû kesên li vî welatî nefesê distîne hesreta azadiyê mane û wiha got: "Li vî welatî elewî, sunî û ji kijan baweriyê dibe bila bibe tev êdî bûne hesreta azadî û demokrasiyê. 
Îktîdara ku zilmê pêş dixe, ji bo hebûna îktîdara xwe gelên li Tirkiye dike dijminê hev. Di nava gelan de tovên dijminantiyê direşîne. Mirovan dike dijminê hev û îktîdara xwe mezin dike. Li ser polîtikaya dijminatiyê hebûna xwe û îktîdara xwe pêş dixe. Lê nikarin heta dawî hebûna xwe li vî welatî bikin. Ji ber ku têkoşîna HDP'ê dê dawî li îktidara wan bîne. Têkoşîna gelên Tirkiye dê dawî li îktîdarê bîne. Rojên hevî û serkeftinê nêzîk in. Yên bi şer xwe xewî dikin, beriya hilbijartinê dîsa halên şer didin xwe. niha gefan li Rojava dixwin. Ev polîtikaya şer e." 
 
Li wir gelên herêmê li dijî DAİŞ'ê bûne yek. Hemû gelên kurd û ereb li dijî DAIŞ'ê bûne yek. Tekoşîna azadiyê didin. Lê niha dibêjin gelên wir ji bo me tehdît e. Ji bo gelê Tirkiye tenê tiştek tehdît e. Ew jî hebûna îktîdara AKP'ê ye. 
 
17 TERORÎSTÊN MALBATA ŞENYAŞAR QETIL KIR HÊJ DERNEKETINE PÊŞ EDALETÊ
 
Temellî, ani ziman ku li Tirkiye tenê terorek heye û wiha got: "Dibêjin Teror heye. Hûn dizanin li ku Teror heye? Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê teror heye. 17 kesan li nexweşxaneyê malbata Şenyaşar qetil kirin. Li pêş çavê polîs û walî 17 teroristan malbata Şenyaşar qetil kir. Lê hêj yek jî derneketiye pêş edaletê. Wezîrê Karê Hundir suçdar parast û hembêz kiriye. Niha jî dibêjin 'HDP bi terorê re di nava dan û stendinê de ye' Kî bi terorê re di nava dan û stendinê de ye li Nexweşxaneya Dewletê ya pirsûsê diyar dibe. Herin li wan dîmenan binerin her tiştî vedibêie. Em li hemberî van gavan paşve navêjin. Binerin mijara Rojava ket rojevê, DYA xwe paşve kişand. Lê em xwe paşve nakişînin. Niha hemû gelan di bin xwe de difetisînin. Xizanî, dizî tu çi bixwaze heye. En niha di 17-25'ê Kanunê de ne. Em di navenda dizî û nelirêtiyê de ne. Meselya FETO em baş dizanin çiye. Em dizanin wan çi kirin ji fermandarê FETO yan. Dema we mil dabû wan û bi kutiyan pere dibir ji wan re me bi wan re têdikoşiya. 
 
MIN SLAV Û HURMETÊN LEYLA JI WERE ANÎN  
 
Heta aştî, demokrasî u azadî bê vî welatî emê têbikoşin. Em qet gavan paşve navêjin. Em dê li welatê hevpar demokrasiyê ava bikin. Ev ne tenê pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka hemû gelê Tirkiye ye. Em li vir çalakiya Leyla Guven silav dikin. Min çû li Girtîgehê Leyla Guven dît û ew silav kir. Got 'Tu çû ku silav û hurmetê min bibe. Em dizanin rojên bi hevî nêzîk in. Divê her kes mil bidin milê hev û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven. Em dibêjin guh bidin dengê Leyla Guven. Guh bidin dengê girtiyên din. Ji bo welatekî xweş, demokratîk û azad bedana xwe dane ber birçîbunê. Ji bo hemû gelan bedel didin. Ger ku em li çalakiya wan xwedî dernekevin îro 6 hezar hevalên le li girtîgehan dê li wir bi tenê bimînin. Rojên xweş nêzîk in. Em tu çareseriyê ji îktîdarê naxwazin. Hêzên ked û demokrasiyê, jin û ciwan dê bi hevre mil bidin hev û têbikoşin." 
 
Pişti axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Aydinê Bariş Goze û Sadegul Akalîn  hatin hilbijartin.