Aslan: Em deng bidin dengê girtiyan

img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan li Stenbolê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Em deng bidin dengê girtiyan." 

 
Rêxistina Partiya Herêmên Demorkatîk a Gelan (DBP) a Navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê Kongreya 1'yemîn a Awarte li avahiya xwe li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Piştî axaftinên destpêkê Aslan axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wê silav kir. Aslan da zanîn ku bi sedsalan e axa kurdan li ser vê erdnîgariyê tê dagirkirin û hemû her kes êrîşî têkoşîna azadiya kurdan dike. 
 
Aslan bal kişand ser rola aştiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Şerê li herêmê bi gotinek Birêz Ocalan dê bi sekinandin. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan dixwazin erdnîgariya kurdan veguherînin erdnîgariya şer û herikîna xwînê." Aslan anî ziman ku AKP'ê bi qasî serê derziyê ji êş kişandin û pirsgirêkên gel çareser nekiriye. 
 
Aslan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got: "Em deng bidin deng, daxwaz û qîrîna li girtîgehan." Aslan anî ziman ku yek ji rojevên wan sereke jî ew e xwedî li Rojava derkevin û banga xwedî derketinê li her kesî kir. 
 
Aslan got divê di hilbijartina herêmî de kurd û hemû hêzên demokrasiyê dawî li îktîdara AKP'ê ya li Stenbolê bînin. 
 
Piştî axaftina Aslan raporên malî û xebatê hat xwendin. Di hilbijartina yek lîsteyê de Omer Yilmaz û Suheyla Çelîk bûn hevserokê rêxistina navçeyê.