Bîlgen: Zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminiyê vedike

img
ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen bal kişand ser bazariya Tirkiye û DYA’yê ya Sûriyeyê û got: “Bedela şerê li Rojhilata Navîn gel didin.” Bîlgen got zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminatiya kurdan vedike. 
 
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser mijarên di rojevê de. Bîlgen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên butçeyê û plansaziya butçeyê rexne kir. Bîlgen behsa çalakiya karkerên TOKÎ yên Mamaka Enqereyê jî kir û got TOKÎ li hember karkeran sûc dike. 
 
Bîlgen bal kişand ser rojeva polîtîkaya derve jî û got: “Heke îro li Rojhilata Navîn di şerê wesayetê de esker dimirin ev di warê têkiliyên Tirk-Amerîka de maneyek xwe ya taybet heye. DYA tucarê xwe yê çekan wek wezîrê parastinê tayîn kir. Em giraniya DYA ya di hilberîna çekan de jî dizanin. Herî zêde jî gelên Rojhilata Navîn bedelê vê yekê didin.” 
 
'GOTINÊN AKPINAR PARÊZVANIYA DEMOKRASIYÊ YE’ 
 
Bîlgen di dewama daxuyaniya xwe de bertek nîşanî gefên Serokomar Erdogan ên li dijî sînemager Metîn Akpinar û Mujdat Gezen da û got: “Gotinên Metîn Akpinar parêzvanê demokrasiyê ye.” 
 
BANGA XWEDÎ DERKETINA DENGAN KIR 
 
Bîlgen têkildarî hilbijartina herêmî jî axivî û got: “Ji ber hin pêşketinan ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye. Gelek personelan li cihên nifûsa wan hindik qeyd dikin. Qeydkirin hêzên ewlehiyê ya li navçe û bajarên herêmî bi temamî ewlehiya hilbijartinê dixe nava metirsiyekê. Bila her kes cihê ku lê be dengê xwe bibe wir.” 
 
‘SIYASETA ENQEREYÊ HEDEF NÎŞAN DIDE’ 
 
Bîlgen diyar kir ku helwest û zimanê ku desthilatdarî bi kar tîne cesaretê dide kujeran û rê li ber dijminahiyê vedike û got: “Siyaseta li Enqereyê li ser bingeha hedef nîşandana siyasetmedaran tê meşandin. Ev yek jî rê li ber nefret û dijminatiyê vedike. Berdêlên vê jî roj bi roj giran dibe. Ev bûyera dijminane ya li Sakaryayê ku bav hat kuştin û kur hat birîndarkirin, nîşan dide ku divê siyasetmedarên li vî welatî çiqasî hay ji gotinên xwe hebe. Heke ne wisa be wê ev zimanê desthilatdariyê bibe sedema cihêkarî, dijminatî, şer û kuştinan. Divê desthilatdarî dev ji vî zimanê xwe yê erzan ku siyasetmedar, çand, bawerî, gel, civak û nasnameyan hedef nîşan dide û neyartiyê dike berde. Ev ziman bi kêrî kesî nayê û wê li xwediyê xwe vegere."