HDP'ê peyama Noelê da

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi boneya Cejna Noelê peyamek weşandin û gotin: "Di vê dema şer de, em hêvîdarin ev cejn bibe wesîleya xurtkirina aştî û piştevaniyê."
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bi boneya Cejna Noelê ya civaka Xirîstiyan peyamek nivîskî weşandin.
 
Peyama Hevserokan wiha ye: 
 
"Bi navê partiya xwe, em cejna Noelê ya civaka Xiristiyan ji dil û can pîroz dikin. Hêvîdar in bibe wesîleya aştî, biratî û xweşbîniya navbera olan. Ji bo welatekî ku ti nasname, çand, bawerî û ziman ji yekî ne zêdetir e, her welatî di nava wekheviyê de dijîn û çanda xwe bi rengekî azad diparêzin, hêviya me her heye. Em têkoşîna xwe ya ji bo afirandina welatekî hevpar û komareke demokratîk a jiyaneke însanî, wekhev û azadîparêz bi biryardarî didomînin. Di vê dema şer de ku gel û baweriyên cuda yên li Rojhilata Navîn di nava zor, zehmetî û şer de ne û berdêlên giran ên însanî didin, hêvîdar in ku cejn bibe wesîleya qewînkirina hestên biratî û piştaniyê."