Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade

img
MINBIC - Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû El-Erac destnîşan kir ku Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên gelê herêmê dike hedef û wiha got:" Şêniyên Minbicê di berxwedanê de bi israra in. Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade.”
 
Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan ê ku bi navê Ebû El-Erac tê naskirin, agahî da Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û diyar kir ku Tirkiye komên çekdar amade dike da ku êrîşî Minbicê bike û teqez kir ku ew amade ne bi hemû derfetên xwe li hember wan çeteyan bisekinin. Ebû El-Erac diyar kir ku pergala Tirkiyê di serî de Erdogan di nav aloziyek hundirîn de ne û wiha axivî: "Lewra gefa êrîşan li herêmê dixwe û piştre yekser dema êrîşên xwe paşde dixe. Ev daxuyaniyên Erdogan isbat dike ku li gel Tirkiyê ew hêza êrîşker tune ye tenê pişta xwe daye teknelojiyê." 
 
Ebû El-Erac, teqez kir ku ew wek Artêşa Şoreşgeran di bin alê QSD'ê di eniyên şer li dijî çeteyên DAIŞ'ê de cihê xwe digirin û wiha berdewam kir: "Beşek mezin ji hêzên me tev li Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê bûne. Li gel Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye û di noqteyên pêş de wek tedbîr li hemberî êrîşên muhtemel ên Tirkiyê cih girtine. Em wek Artêşa Şoreşgeran û Meclisa Leşkerî ya Minbicê me amadekariyên xwe kirine û eger Tirkiyê û komên çekdar ên wê hewl bidin êrîşan bikin ew ê bersivê bibînin. Şêniyên Minbicê dest ji xaka xwe berneda û dê bernede. Şêniyên herêmê bi hêzên Artêşa Şoreşgeran û Meclisa Leşkerî ya Minbicê wek hêzek parastvan bawer in. Çawa me bajêr ji DAIŞ'ê rizgar kir, em ê wan biparêzin. Şêniyên Minbicê di berxwedanê de li rex Meclisa Leşkerî ya Minbicê û parastina bajarê xwe bi israr in."
 
Ebû El-Erac herî dawî teqez kir ku şêniyên bajêr pişta xwe nedane hêzên Koalîsyonê lê pişta xwe dane hêzên û vîna xwe.