Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe

img
GIRÊ SPÎ  - Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hewldanên Tirkiye û piştgiriya DAIŞ'ê daxuyanî da û destnîşan kir ku heke êrîşên Tirkiye li dijî herêmê pêk werin, dê çeteyên DAIŞ’ê dîsa xurt bibin û li herêmê aramî têk biçe.
 
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gefên Tirkiye û piştgiriya DAIŞ'ê daxuyanî da. Daxuyanî li navenda rêveberiyê ya li navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna gelek dezgehên çapemeniyê hate dayîn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş daxuyanî xwend.  El-Mehbaş daxuyanî da û wih got: “Sala 2011`an gelê Sûriyê bi awayekî aştiyane dest bi çalakiyan kir. Wê demê daxwaza gel azadî, demokrasî, naskirina mafên hemû pêkhateyan bi rêya destûreke adil ku bi awayekî rasteqîn mafê gel bide, ne bi awayekî şeklî. Lê rêbazên çareserkirina vê aloziyê ne li gorî xwesteka gelê ku banga azadiyê dikir, roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal alozî kûrtir bû û niha alozî di sala 8`an de ye û wê piştî çend rojên din derbasî sala xwe ya 9`an bibe bêyî ku hêviya çareseriyê hebe. Dewletên herêmê wekî Tirkiye û Îran û dewletên mezin jî wekî Amerîka û Rûsya û hin dewletên rojavayî derbasî nava Sûriyê bûn. Bi vê yekê jî alozî her ku çû kûrtir bû û em derbasî pêvajoya çekdarî li Sûriyê bûn. Di encama vê yekê de, gelê Sûriyê ji bo peydakirina ewlehiyê û îstiqrarê ji bajar û gundên xwe derketin. Hin ji wan di hundirê Sûriyê de koçber bûn, hinan jî sînorê Sûriyê derbas kirin û tevî metirsiya li ser zarok û malbatên xwe li keştiyan siwar bûn. Di encama vê yekê de jî, gelek jin, zarok û kesên mezin di avê de xeniqin û cîhanê li êş û azara gelê Sûriyê temaşe dikir. Gelê Sûriyê gihîşt Ewropa, Kanada, Amerîka û dewletên din ên cîhanê û hemû dewletên herêmê. Ew niha di rewşeke ne mirovî de dijîn û çarenûsa gelê Sûriyê jî di navbera koçberî û penaberiyê de ma. Di encama tevlihevî û aloziyê û tunebûna ewlehiyê li Sûriyê de, komîn îslamî yên radîkal ku fikrên xwe ji El-Qaîde û DAIŞ`ê digirin, rewşa Sûriyê ji xwe re guncaw dît, lewre ji Iraqê derbasî Sûriyê bûn. Wan koman dikaribû gelek erdnîgariya Sûriyê wekî Reqa, Dêrazor û hin herêmên Hesekê, kontrol kirin." 
 
'TERORA DAIŞÊ PIŞTEKA XWE JI TIRKIYE DIGIRE' 
 
Ebd Hamid El-Mehbaş, da zanîn ku dewleta Tirkiye, bi rêya pergala xwe hemû teror li tevahiya cîhanê kom kir û derbasî Sûriyê kir û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha axivî: "Ev terora ku desteka xwe ji pergala Tirkiyê digire, piraniya sînorê bi Tirkiyê re kontrol kir. Dema ku terora ku Erdogan derbasî nava Sûriyê kir, hewl da bajarê Kobanê dagir bike, şervanên YPG û YPJ`ê bersiv dan. Gelê Kobanê jî nehişt Kobanê bikeve destê terorê. Di vir de, şikandina DAIŞ`ê dest pê kir. Kobanê hate rizgarkirin, piştre herêmên Hesekê wekî Hol, Til Birak, Girê Spî û Minbicê hatin rizgarkirin. Bi vê yekê operasyonên rizgarkirinê li ser destê lehengên QSD`ê ku ji pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û hwd) pêk tê, hatin destpêkirin. Piştre Reqa (paytexta DAIŞ’ê) hate rizgarkirin û piştre jî Dêrazor." 
 
KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ BI HEVKARIYA QSD'Ê GELEK DESTKEFTÎ BI DEST XISTIN
 
Ebd Hamid El-Mehbaş, da zanîn ku niha jî şerên giran li cihê herî dawîn ê DAIŞ`ê li rojhilatê bajarê Dêrazorê li rojhilatê Firatê, rû didin û wiha lê zêde kir: "Hêzên Koalîsyona Navneteweyî destek da QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê. Ji ber vê yekê jî hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi rêveberiya Amerîkayê li vê herêmê ne û di encama hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê de gelek destkeftî bi dest xistin û teror tune kirin û li herêmên rizgarkirî ewlehî serwer bû û jiyana asayî ya gel li van herêman vegeriya. Heta niha erdnîgariyeke bi qasî 67 hezar û 200 kîlometrekare hate rizgarkirin û ev erdnîgarî jî ji sê paran pareke ji axa Sûriyê. QSD`ê jî 8 hezar şehîd ji hemû pêkhateyan di oxira rizgarkirina vê axê de dan. Ev erdnîgariya ku hatiye rizgarkirin, ji zêdetirî 4 salan wekî Reqa û Dêrazorê di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de bû. Bi rizgarkirina bajar û bajarokan, rêveberiyên sivîl ên herêmên rizgarkirî ji bo rêvebirina karûbarên gel û peydakirina pêdiviyên wan hatin avakirin. Destpêkê gel ji herêmên şer hatin derxistin û kamp ji bo wan hatin çêkirin û alîkarî ji bo wan hate dayîn. Di vê çarçoveyê de, kampa Eyn Îsa hat vekirin û niha 15 hezar û 500 koçberên ji Reqa, gundewarên wê û herêmên Dêrazorê tê de ne. Li Minbicê jî du kamp, kampa rojavayê Minbicê hezar û 947 koçber tê de ne û kampa rojhilatê Minbicê jî 2 hezar û 832 koçber tê de ne. Kampa Tiwêhîne ya Tebqayê 7 hezar û 500 koçber, Ebû Xeşeb 3 hezar û 686 koçber, kampa El-Erîşa 9 hezar û 469 koçber, kampa El-Mebrûka 2 hezar û 99 koçber, kampa Hol 12 hezar û 200 koçber ji wan 7 hezar û 900 penaberên Iraqê tê de ne, Lampa Roj hezar û 682 koçber, kampa Newroz 451 penaber tê de hene. Her wiha li kampên belavbûyî û li avahiyên rûxandî koçber hene. Di vê çarçoveyê de, li Minbicê 97 hezar koçber, li Reqayê 15 hezar û 298 koçber, li Dêrazorê 193 hezar koçber, li Tebqayê 65 hezar, li Til Temirê 750 koçber û li Cizîrê jî 400 hezar koçber hene." 
 
825 HEZAR KOÇBER HENE 
 
Ebd Hamid El-Mehbaş, da zanin ku bi giştî hejmara koçberan li kampan 54 hezar û 66 û li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 825 hezar û 413 koçber hene û wiha berdewam kir: "Ji ber ewlehî û îstiqrara hundirê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek koçberên ji herêmên di bin kontrola “Mertalê Firatê” de û herêmên wekî Idlib û rojhilatê Hemayê û Sexnê berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vê yekê jî barê rêveberiyên sivîl girantir dike, ji ber ku ew jî gelê me yê Sûriyê ne, em ê bi wan re nanê xwe parve bikin. Tevgera koçberiyê çi li hundirê herêmên Rêveberiya Xweser be û çi li dervayî herêmên Rêveberiya Xweser be, sedema wê pêkanîna ewlehî û istîqrar e. Gelê me yê ku di hundirê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku ji ber şerê giran koçî derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, em bang li wan dikin vegerin herêmên xwe, em ê alîkariyê pêşkêş bikin, her wiha ji bo kesên ku şaşî der heqê gelê herêmê de kirin û kesên ku tev li DAIŞ`ê yan jî aliyekî din bûne û berê xwe dan Tirkiyê yan jî cihekî din, ew jî dikarin vegerin û bi rêya dadgehan û saziyên adeletê di hundirê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê de pirsgirêka wan were çareserkirin." 
 
'HIN KES QSD'Ê REŞ DIKIN Û FITNEYAN DIKIN' 
 
Ebd Hamid El-Mehbaş, herî dawî wiha got: Hin alî hene û bi awayekî zanebûn gotegotan dikin ku QSD Ereban koçber dike. Em bersiva wan didin û dibêjin hûn girêdayî aliyên derve wekî Tirkiyê ne, hûn cihê derew û fitneyan e, em bi hev re bi aştî û hevkarî dijîn, me dikaribû îdeolojiya radîkal rakira û bi îdeolojiya demokratîk û fikra jiyana hevbeş û biratiya gelan di nava hemû pêkhateyan de li ber xwe bida. Li pêşiya hemû destkeftiyên ku di herêmên Rêveberiya Xweser de pêk hatin û bicihanîna ewlehî û îstiqrarê û vegera jiyana normal ji gelê herêmê re, em dibînin ku rêjîma Tirkiyê êrîşî herêmên Sûriyê dike, Efrîn dagir kir, gelê wê da koçkirin, mal û milkên welatiyan dizîn û talan kirin. Gelê Efrînê berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser li Şehba, Kobanê, Minbic û Cizîrê. Dewleta Tirk çeteyên xwe di malên şêniyan de bi cih kirin, ev bi xwe guhertina demokrafîk e. Her wiha Ezaz, Cereblus, Bab û Idlib dagir kir, niha jî artêş û çeteyên xwe li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih kiriye û gefan li Sûriyê û gelê wê ku van herêmên (herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê) dixwe, ku QSD`ê bi xwîna şehîdan rizgar kirin. Erdogan bi rêya dagirkirina xaka Sûriyê û li ser hesabê gelê Sûriyê dixwaze xeyalên xwe pêk bîne. Em dibînin ku ev hemû gefên nû di demeke ku bi biryara serokê Amerîkayê Trump re ku hêzên xwe yên leşkerî ji herêmên Rêveberiya Xweser vekişîne, pêk hatin. Ew biryara dikeve xizmeta terorê û vegera DAIŞ`ê. Şerê bi DAIŞ`ê re hîna bi dawî nebûye, gefên Erdogan ku dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, îdiayên pir xeternak in, ne tenê li ser Sûriyê, ew li ser hemû cîhanê ye, dibe ku hêzên me neçar bimîne dev ji şerê li Hecînê berde û berê xwe bide sînorê bakur da ku  li hemberî Tirkiyê bisekine, ev jî dibe ku çeteyên DAIŞ`ê careke din vegerin, em ji bîr nekin ku di zindanên me de derdora 2 hezar û 622 DAIŞ`iyên biyanî hene. Di nava wan de 484 jin û hezar û 248 zarok hene, ev zarok û jin 46 dewletên cuda ne û li kampên taybet dimînin û hin zarok jî li peymangehan dimînin. Her wiha 790 girtî ji endam û fermandarên DAIŞ`ê ne ji 48 dewletên biyanî ne.  Her wiha hin endam û fermandarên DAIŞ`ê ji Sûriyê jî hene. Eger êrîşên Tirkiyê li ser herêmên me pêk werin, dibe ku em nikaribin parastina wan bikin û rewş ji bin kontrola me derkeve û careke din vegerin bajarê ku jê hatine, ev yek jî gefan li ser aştiya cîhanê çêdike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li pêşiya berpirsyarıyên xwe bisekinin û nehêlin rêjîma Tirkiyê herêmên me dagir bike, ji bo komkujî der heqê gelê Sûriyê de pêk neyên. Dîrok şahidê rêjîma faşîst e ku komkujî der heqê gelê Ermenî de pêk anî, ji bo ku careke din komkujî dubare nebin û ev yek jî di çarçoveya qanûnên navneteweyî de qedexeya firîna balafiran li ser van herêman ferz bikin û parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”