Temellî: Bêyî derengbûnê em deng bidin dengê Leyla Guve

img

MANÎSA – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Manîsayê axivî û got: “Leyla Guven 50 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo em dereng nemînin û êş li ser êşên me zêde nebe divê em deng bidin dengê Leyla Guven. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li Manîsayê beşdarî civînên gel a rêxistina partiya xwe ya bajêr bû. Parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Serpîl Kemalbay, Ebru Gunay û Selçûk Mizrakli li gel Temellî tev li civînên gel bû. Civîn li salonek li navçeya Turgutlu ya Manîsayê pêk hat. Girseyek qelebalix tev li civînê bû û dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Silav li Îmraliyê” berz kirin. 
 
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Temellî bi kurdî gel silav kir û dest bi axaftina xwe kir. 
 
‘EM DENG BIDIN DENGÊ LEYLA GUVEN’
 
Temellî di civînê de wiha axivî: 
 
“Em li tevahiya Rojhilata Navîn têkoşîna xwe didomînin. Niha jî têkoşîna herî bi rûmet hevala me Leyla Guven birêve dibe. Em silav û rêzên xwe ji Guven re dişînin. 50 roj e bi hemû hêz û biryardariya xwe bedena xwe daniye ber birçîbûnê û bi têkoşîna xwe bû dengê heqîqet û berxwedanê. Ji bo demokrasî û aştiyê bang dike. Hezar silav li Leyla be. Divê em deng bidin dengê Leyla Guven û dengê wê bigîhînin her deverê. Leyla Guven 50 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo em dereng nemînin û êş li ser êşên me zêde nebe divê em deng bidin dengê Leyla Guven. 
 
YA TECRÎD YA DEMOKRASΠ
 
Li pêşiya me du rê hene. Ya em ê tecrîdê qebûl bikin ya jî em ê rewşa tecrîdkirina Birêz Ocalan a ku hemû civakê tecrîd dike bişkênin û demokrasî û azadiyê bînin. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu mesele nayê çareserkirin. Divê ku şûna pirsgirêka kurd veguhere çareseriyek mayînde. Ji bo fikra netewa demokratîk a ku li ser axa Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav kiriye, em silavê xwe ji Birêz Ocalan re dişînin. 
 
MUTABAKTA DOLMABAHÇEYÊ YA JIYANA BI HEV RE BÛ 
 
Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya aştî û demokrasiyê geşedanên baş li pêş diketin. Li Dolmabahçeyê mutabakata jiyana bi hev re hat dayîn. Ji bo demokrasiyê mutabakatek herî xûrt bû. Lê li Tirkiyeyê rewş veguherî alozî û rejîmek nû. Divê em bi her awayî li dijî rejîma faşîzmê li ber xwe bidin û rewşê veguherînin rewşek aram û demorkatîk. Heke em hemû bên gel hev û xwe bikin yek, em ê li dikaribin li dijî pergal û desthilatdariya ceberût derkevin û em ê bi ser bikevin. 
 
EM Ê HESABÊ ROBOSKÎ BIPIRSIN 
 
Yek ji komkujiyên herî giran û bi êş a li welêt qewimî Roboskî bû û komkujiyê 7 sal li pey xwe hişt. 7 sal e kesên li wir jiyana xwe ji dest dane gazî me dikin û edaletê dixwazin. Em ê hesabê Roboskî, Cizîr û Malbata Şenyaşar bixwazin. Çimkî deynên stûyê me ye. 
 
DADGER BI ROZETA AKP’Ê DIXEBITIN 
 
Li Tirkiyeyê darazek girêdayî AKP’ê dixebite heye. Dadger di bin fermana AKP’ê de dixebitin. Ji ber vê yekê daraz têk çûye. Dadger rozetên AKP’ê bi cubeyên xwe ve datînin û wisa xelkê didarizînin. 
 
KADÎR SAKÇI JI BER KURDBÛNA XWE HAT QETILKIRIN 
 
Li welêt ji ber ku mirov kurd in tên qetilkirin. Mînaka Sakaryayê li ber çavan e. Kadîr Sakçî û kurê xwe Burhan Sakçi ji ber kurd bûn rastî êrîşê hatin. Kadîr Sakçi tenê ji ber ku got ‘ez kurd im’ û bi kurdî axivî hat kuştin. Belê em jî carek din dibêjin em hemû bi hev re kurd in. Em hemû xelkên vî welatî kurd in. HDP dijminatiya gelan nake û her kesî di hundirê xwe dihewîne. Cudahiya me jî ev e. 
 
HÛN NIKARIN ME GIRTINÊ XELAS BIKIN
 
Di demên dawî de binçavkirin, girtin û cezakirin zêde dibe. Lê AKP û hemû dadgerên xwe jî baş dizanin ku hûn nikarin me bi girtinê xelas bikin. 
 
HER DEVER FEQÎR KIRIN E
 
Ji Manîsayê bigire heta Mêrdînê û heta Derya Reş li her deverê feqîrî heye. Gel hatiye şerpezekirin. Keda gel tê xwarinê. Kesek nikare tiştekî bikire û îdareya xwe bike. 
 
LI ROJAVA DAGIRKERIYÊ PÊK TÎNIN
 
Tişta ku AKP dike tenê nefretê datîne pêşiya me û neyartiya gelê kurd dike. Bi gelê kurd re gelên din jî xistiye hedefa xwe. Niha jî Rojava xistiye hedefa xwe. Dixwaze bi li ser tevahiya axa Rojava dagirkeriyê pêk bîne. Em bang li tevahiya civaka navnetewî dikin, ewilî DAIŞ’ê xelas bikin û wisa ji Rojava derkevin. 
 
EM BERSIVÊ BIDIN QEYÛMAN
 
Niha li pêşiya me hilbijartina herêmî ku gelek girîng e heye. Hûn dizanin hemû şaredariyên me di bin dagirkeriyê de ne. Dizî û talanê pêk tînin. Li gorî kêfa dilê xwe nelirêtiya dikin. Hemû şaredarî radestî rêveberên AKP’ê kirin e. Zîhniyetek dagirker û qirkqer tayînî ser şaredariyan kirin. Niha jî em xwe hemû bi hev re amade dikin ku di 31’ê Adarê de zîhniyeta qeyûm û qirker ji şaredariyên xwe biqewirînin. Em ê li her deverê bersivê bidin vê zîhniyeta kujer û wan biavêjin.”