Ozsoy: Eger Tirkiye êrîş bike wê têkeve nav çiravê

img

AMED - Berpirsiyarê Têkiliyê Derve û Alîgirê Hevserokatiya HDP'ê Hişyar Ozsoy anî ziman ku Sûriye naşibe tu welatekî Rojhilata Navîn û ger Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike wê têkeve nav "çiravê" û got: "Wê fatûreya van polîtîkayên dijî kurdan ên Tirkiyeyê giran be." 

Berpirsiyarê Têkiliyê Derve û Alîgirê Hevserokatiya HDP'ê Hişyar Ozsoy bal kişand ser biryara DYA'yê ya vekişîna ji Sûriyeyê û operasyona muhtemela a Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ozsoy destnîşan kir ku Sûriye naşibe tu welatekî Rojhilata Navîn û ger Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike wê têkeve nav "çiravê" û got: "Wê fatûreya van polîtîkayên dijî kurdan ên Tirkiyeyê giran be." 
 
Ozsoy, bilêv kir ku demeke dirêj e ku Trump digot ew ê leşkerên xwe ji Sûriyeyê derxîne û ev biryar ne biryara DYA'yê ye ya Trump e. Ozsoy, anî ziman ku derdê Tirkiyeyê ne ew e ku li hemberî DAIŞ'ê şer bike, derdê wê tunekirina destkeftiyên kurda ye. Ozsoy, bi bîr xist ku hevkarên koalîsyonê Fransa, Îngîlter, Almanya û welatên bendavê li hemberî biryara Trump derketine û her wiha çapemeniya navnetewî jî zêde sempatiya xwe ya ji bo kurdan nîşan dane. 
 
'SÛRIYE NAŞIBE TU WELATAN' 
 
Ozsyo, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî mezin heye û got: "Dibe ku di pêş de li Rojavayê şerên ji bo vesayetê rû bidin. Ji bo ev tişt pêk neyê bi awayekî zêde pêdivî bi dîplpmasiyê heye." Ozsoy, anî ziman ku ger ev biryara Trump pêk bê wê ji bo Rûsya û Îranê qad berfireh bibe û got: "Bi vê biryarê wê ne tenê ya Sûriyeyê hêza dêzaynkirina herêmê jî têkeve destê Îran û Sûriyeyê. Sûriye naşibe tu welatên Rojhilata Navîn. Dînamîkên şikil didin siyaseta Rojhilata Navîn hemû li Sûriyeyê tên cem hevdu." 
 
Ozsoy, destnîşan kir ku pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn; rageşiya Îsraîl-Filîstîn, şîî-sunnî, kurd-tirk û meseleya polîtîkayên av û enerjiyê ne û ji ber pirsgirêkên heyî perçeyeke ji hevkêşeya Sûriyeyê ye hemû hêz li Sûriyeyê ne. Ozsoy got: "Sûriye çawa bê avakirin (wekî modeleke biçûk) wê ev hevsengiya hêzan a Rojhilata Navîn jî li gorî wê şikil bigirin. Ji bo vê hêzên kûrewî û herêmî şerên vesayetê kirin. Hiştina Sûriyeyê ya ji bo RÛsya û Îranê tê wateya wê ev hêz şikil bidin Rjhilata Navîn. Loma di navbera biryara Trump û polîtîkayên DYA'yê de dijberiyek heye. DYA bixwaze jî wê nikaribe ji Rojhilata Navîn derkeve." 
 
'TIRKIYE BERA LINGÊ XWE DA' 
 
Ozsoy, bilêv kir ku Tirkiyeyê jî ne li benda vê biryara Trump bû û got: "Tirkiye naxwaze DYA ji Sûriyeyê dekreve, dixwaze ji dêvla kurdan destekê bide çeteyên ew wan xwedî dike. Trump bi vê biryara xwe guleke agir xist nav lepê Erdogan. Dagirkirina Rojavaya ya ji aliyê Tirkiyeyê tim îhtimal e, lê belê niha ev îhtimal pûç bûye. Çimkî êdî tenê destûrdayîna DYA'yê têr nake. Sûriye û Rûsya jî heye. Pozisyona evana pir girîng e. Ger DYA ji Sûriyeyê vekişe wê Tirkiye heta demekê pir bitengije. Her wiha li hêla din jî Tirkiye bera lingê xwe da. Rewşa Tirkiyeyê nebaş e. Wê fatûreya van polîtîkayên dijî kurdan ên Tirkiyeyê giran be." 
 
Ozsoy, destnîşan kir ku ger Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê oeprasyonekê bike wê têkeve nav çiravê û got: "Tirkiye hewl dide kurdan lawaz bike, lê belê bi kirênên xwe xwe lawaz kir." Ozsoy, anî ziman ku ger DYA vekişe wê li SÛriyeyê di warê leşkerî û jeopolîtîk de valahiyek rû bide û got: "Meseleya wê kî vê valahiyê dagire heye. Wê koalîsyon heta derekê dagire. Dibe Trump vekişe, lê wê Ewropa çawa vekişe. Wexta vekişe wê çawa rîskan kontrol bike. Li hêla din jî wê Suudî û welatên bendavê jî vê yekê tije bikin. Vekişîna Trump ji bo koalîsyona navnetewî handîkapeke mezin e. Ji lewre wê bitengijin lê wê hewl bidin ku wir tije bikin. Li hêla din jî wê Esad, Rûsya û Îran jî tije bikin. Dibe Tirkiye bêyî desteka DYA'yê simbêlan jî li ser bike. Bi ya min Tirkiyeyê xwe tasfiye kir. Tirkiyeyê bi polîtîkayên xwe yên dijî kurdan xwe serobino kir." 
 
Ozsoy, anî ziman ku di vê pêvajoyê de divê kurd hin taktînan pêş ve bixin û got: "Kurd di hin waran de bi rejîm û Sûriyeyê re hin hevdîtinan çêdikin. Ji lewre hem divê ji hêlekê ev hevdîtin bên lezandin hem têkiliya bi gelên li bakurê Sûriyeyê re bê xurtkirin hem jî yekîtiya netewî ya kurd pêk bê." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç – Ozgur Paksoy