Pêşnûmaya zimanê zikmakî ya HDP'ê: Li gorî serdam 26'an guncav bû, lê li gorî ya 27'an ne guncav e

img

ENQERE - HDP'ê ji bo xizmeta cemaweriyê bi zimanê zikmakî bê dayîn pêşnûmayek berpêşî Meclîsê kiribû, lê belê bi hinceta derî Qanûna Bingehîn e hat redkirin. 

Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ji bo xizmeta cemaweriyê bi zimanê zikmakî bê dayîn di 11'ê Îlona 2018'an de teklîfa pêşnûmayek berpêşî Serokatiya Meclîsê kir. Lê belê bi îdiaya derî Qanûna Bingehîn e hat redkirin. Serokatiya Meclîsê di daxuyaniya xwe ya ji bo vê pêşnûmayê de got: "Li gorî fikraya yekemîn a maddeya 3'yan a Qanûna Bingehîn 'Dewleta Tirkiyeyê bi welat û neteweya xwe nayê dabeşkirin û yek e. Zimanê wê tirkî ye. Li gorî maddeya 4'an a Qanûna BIngehîn ev hikma navborî nayê guherandin û guherandina wê jî nayê pêşniyarkirin." 
 
Di 2'yê Sibata 2016'an de jî parlementera serdema 26'an Beştaş ev yek berpêşî Meclîsê kiribû. Lê belê heman pêşniyar tevî plan û budçe, perwerdehiya netew, karên navxweyî, çand û hunerê hewaleyî komîsyona qanûna bingehîn hatibû kirin.
 
MA / Diren Yurtsever