Temellî: Ji bo aramiya Tirkiyeyê daxwaza Leyla Guven zelal e

img

ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku Leyla Guven ji bo dihatûya Tirkiyeyê daxwazek pir zelal tîne ziman û got: "Hevala me Leyla Guven dibêj 'Bila tecrîd bi dawî bibe, parêzerên Birêz Ocalan karibin tavilê hevdîtinê bikin'. 52 roj in dem derbas dibe û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Guven derketine." 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li gel Parlamenterên HDP'ê Ebur Gunay, Serpîl Kemalbay, Selçuk Mizrakli, Alîcan Onlu li Îzmîrê serdana rêxistinên partiya xwe yên bajar û navçeyan kir. Temellî li gel parlamenter û rêveberên partiya xwe li avahiya HDP'a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona civînê pankarta "Leyla Guven rûmeta me ye" hat daliqandin. 
 
'EM LI WELATEK BÊHIQÛQ DIJÎN' 
 
Temellî bi bîr xist ku girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba di dema rûniştina dozê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbatê û gel re xwest. Temellî got, "Em li welatekî wisa ne ku asta bêhiqûqiyê bi vî rengî ye. Ev yek hiqûqa dijminatiyê ye."
 
'DIVÊ LI TAVILÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE' 
 
Temellî da zanîn ku ji zêdetirî hezar û 100 girtiyên nexweş hene û wiha got: "Nêzî 500 ji wan li ber mirinê ne û tevî ku wan gelek caran serî li Wezareta Edaletê dan, gavek di vî warî de nehatiye avêtin. Tevî ku gelek nexweşiyên Akbaba hebûn, derman jê re nedihat dayin. Hevala me Leyla Guven daxwazeke zelal tîne ziman. Dibêje, 'Bila tecrîd bi dawî bibe, parêzerên Birêz Ocalan karibin tavilê hevdîtinê bikin'. 52 roj in dem derbas dibe û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Guven hene. Ev xemsarî û bêdengî wê rê li ber rewşeke neyînî di tenduristiya wê de veke."
 
Temellî bang li raya giştî kir û wiha domand: "Divê her kes di vê mijarê de bi berpirsyarî rabe. Eger li Tirkiyeyê ji bo aştiya civakî wê gav were avêtin, divê her kes bikeve bin vî barî û di mijara rakirina tecrîdê de bibe dengê Leyla Guven. Pêwîste tavilê gav were avêtin û dawî li vê bê edaletiya mezin were anîn."
 
HILBIJARTINA HERÊMÎ
 
Temellî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina herêmî û wiha pêde çû: "Li dijî vê bê edaletî û tekperestiya desthilatdariyê, girîng e gelên Tirkiyeyê di hilbijartina herêmî de sekneke xurt nîşan bide û di hilbijartinê de aştî û demokrasiyê bi ser bixîne. Em dikarin vê bikin, em dikarin bi ser bikevin. Bendewariya gelên Tirkiyeyê, civak û kedkarên Tirkiyeyê ev e.
 
Li cihê ku bi navê HDP'ê em nikaribin şaredariyê bi dest bixin, em ê destekê bidin hêzên demokrasiyê û namzetên di vê çarçoveyê de hatine diyarkirin. Li Manîsa, Îzmîr û Aydinê di hevdîtinan de aşkere bû ku bendewariya gelê me bi giranî bi vî rengî ye."
 
'DIVÊ RÊ LI BER DAIŞ'Ê NEYÊ VEKIRIN' 
 
Temellî di dawiya daxuyaniya xwe bersiva pirsên rojnamegeran da û têkildarî biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo vekişîna ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê nirxandinê kir:
 
"Vekişîna hêzên derve biryareke rast e. Em alîgirê wê yekê ne ku hêzên di ser çareseriya çekdarî ya ku wê derê milîtarîze dikin tevdigerin, hemû vekişin. Roja ku biryara DYE'yê hate eşkerekirin, me ev rasgihandibû û gotibû, divê hemû hêzên derve vekişin. Lê belê vekişîna hêzên derve di çarçoveya bernameyekê de ye. Piştgiriya ku gelên Sûriyeyê, rêveberiya Sûriyeyê pêwîstiya xwe pê heye, divê derhal neyê birîn. Ji ber ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dewam dike. Sedema hebûna hêzên leşkerî yên li vir çi bû? Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû. Karê sereke ye ku DAÎŞ bi temamî bê tasfiyekirin. Desteka di vî warî de ji aliyê her kesî ve erênî hatiye dîtin. Eger têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê deynin aliyekî û li ser bazarên cuda vekişîn bibe yan nebe, ev bi kêrî gelên Sûriyeyê nayê. Divê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê tavilê bê biserxistin û hêzên derve hemû DYE, Rûsya û Tirkiye ji wir vekişin. Gelên Sûriyeyê wê li hev bicivin û çareseriyê biafirînin. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî." 
 
Temellî got divê gavên ku rê li ber xurtbûna DAIŞ'ê vekin neyên avêtin.