HDP'ê peyama sersalê da: Dê zalîm têk biçin

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, di peyama sersala 2019'an de gotin "Em hêvî dikin ku di sala nû de azadî û demokrasî qezenc bikin."
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi boneya sersalê nû ya 2019'an peyameke nivîskî weşandin û wiha gotin: "Li dijî êrîşên bê eman ên desthilatdariyê, bi sekna bi biryar û bi têkoşîneke qewîn em sala 2018'an bi dawî dikin. Me têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bi ked û berdêlên giran meşand û em bi biryar in ku sala 2019'an jî bi heman wêrekî û hêviyê bidomînin."
 
Di peyama hat dayîn de ev tişt hatin gotin: 
 
"Tifaqa şer a ku li dijî têkoşîna edaleta civakî hatiye kirin, hêza wan qels nake, lê mezin dike. Li dijî zîhniyeta desthilatdariyê ku hemû nirx û pîvanên însanî û exlaqî binpê dike, em ya nû, ya mafdar û ya wekhev temsîl dikin. Em pê bawer in; zû ya jî dereng wê zalim têk biçin. Feraseta otorîter û tekparêz a ku mîadê xwe dagirtiye zû ya jî dereng wê têk biçe."
 
Hêvî û bendewariya me ji bo sala 2019 bibe sala biserketina azadiyê, biryardariya me ya têkoşîn û berxwedanê xurt dike. Di destê me de ye ku em sala 2019'an ji bo nirxên mezin ên însanî, mafên gerdûnî, wekhevî, aştî, demokrasî, edalet û azadiyê bikin saleke serketî. Eger em bixwazin û jê bawer bin, em ê karibin bikin."
 
Bûldan û Temellî di dwiya peyama xwe de sala nû pîroz kirin û hêvî kirin ku sala 2019'an ji bo gelê wan bibe sala serketin û destkeftiyan.