Hatimogullari: Dixwazin bi binçavkirinan hilbijartinê bi dest bixin

img
EDENE – Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari xwest 5 siyasetmedarên li Edeneyê hatin binçavkirin bên berdan û got: “Ev pêla binçavkirinan operasyona bi dest xistina hilbijartinê ye. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê hev bigirin.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê û Rêveberiya Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê bi daxuyaniya çapemeniyê xwestin siyasetmedarên bi boneya piştevaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin e û hatine binçavkirin bên berdan. HDP û HDK’ê li Parka Înoniyê daxuyanî li dar xist û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, rêveberên ÎHD, DBP, SYKP, EMEP û gelek welatî beşdar bûn. Pankarta “Zext nikarin me bêzar bikin” vekirin û dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kirin.
 
‘EM Ê VAN PÊKANÎNAN VALA DERBIXIN’ 
 
Hevserokê HDP’ê ya Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg bertek nîşanî binçavkirina Berdevkê HDK’a Edeneyê Olcay Susgun, Alîkarê Hevserokên DBP’a Edeneyê û Serokê Komeleya Yenî Yaşamê Hasan Kocaman, rêvebera HDP’a Edeneyê Suphiye Bayav, rêvebera DBP’a Edeneyê Gulê Bal û Serokê SYKP’ê ya Edeneyê Mehmet Alî Gulşen da û xwest hevalên wan demildest bên berdan. Erîg da zanîn ku li dijî partiya wan û pêkhateyên wan zext zêde bûne û got: “Em ê bibin yek û li gel hev bin. Em ê îtîrazên xwe bikin yek. Em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Dê gel bi ser bikevin. Dê ked bi ser bikeve. Em ê van pêkanînan vala derbixin.” 
 
‘EM LI DIJÎ AKP’Ê BIBIN YEK’ 
 
Pişt re Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedaran da û wiha got: “Hevalên me demildest berdin. Rewşa Awarte xelas nebûye, bênavber didome. AKP ji bo dîktatoriya xwe saxlem bike hemû beşên civakê bêdeng dike û pêkanînên xwe yê faşîzane pêk tîne. Vî welatî anîne asta girtîgehek servekirî. Ev pêla binçavkirinan operasyona bi dest xistina hilbijartinê ye. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê hev bigirin û bibin yek.” 
 
Daxuyanî bi çepikan xelas bû. 
 
Hat zanîn ku 5 siyasetmedarên di binçavan de li Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên ragirtin.