Yuksekdag: Tecrîd ne pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, bi ser navê "Ma Tecrîd tenê pirsgirêka Kurd e?" nivisek nivîsî. Yuksekdag, di nivîsê de diyar kir ku Tecrîd ne tenê pirsgirêka kurd e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Yuksekdag hemû hêzên muxalefet, şoreşger û hêzên tekoşîna sosyalîst dimeşîne rexne kir û diyar kir ku rexne ji bo wan hişyarî ye.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hem li girtîgehan û hem jî li derve belav dibe. Li welatên Ewropa, Silêmanî, Hewler û girtîgehên Tirkiye û herêmê bi sedan kes ketine çalakiya greva birçîbûnê. Piştî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya grevê kir û 56 rojin di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye, di 27'ê mijdarê de girtiyên PKK û PAJK'ê jî bi heman armanc û daxwazê dest bi çalakiya 10 roj dorveger û bê dawî kirin. Di 16'ê kanûnê de 30 girtiyan li 5 girtîgehan bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî û bêdorveger kir. Niha li 24 girtîgehan nêzî 100 girtî ketine greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger. Yek ji kesên ketine grevê jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag e. Yuksekdag,  bi ser navê "Ma Tecrîd tenê pirsgirêka Kurd e?" nivisek nivîsî. Yuksekdag, ji malpera înternetê ya Duvar nivîsî. Yuksekdag, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û bêdengiya rayedarên hikûmetê û bêdengiya hêzên muxalif. 
 
Yuksekdag, anî ziman ku gelek caran heman pirs hatiye pirsîn û gelek caran hatiye bersivandin û wiha got: "Bi salan e siyaseta kurd û hêzên demokrasiyê diyar dikin ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê pirsgirêka Tirkiye û herêmê ye. Hev hewldan ji ber ku nehat famkirin her sal Tirkiye winda kir. Gelan winda kir."  
 
‘DEMA GIHIŞTINA HEQÎQETÊ YE'
 
Yuksekdag, anî ziman ku heqîqeta ku hin caran bi têkoşînek mezin, hin caran, bi qêrînê, hin caran bi çalakiyên li kolanan anîn ziman kes nikare pişta xwe bide wê û biçe û wiha berdewam kir: "Kes nikare pişta xwe bide vê heqîqetê. Divê her kes bi vê heqîqetê re rû bi rû bimîne. Hûn çiqas ji vê heqîqetê birevin jî ew dê her dem li pey we be û we bişopîne. Êdî rev ne çare ye. Divê her kes bi vê heqîqetê re rû bi rû bibe. Ev niha dema wê ye. Di pêvajoyek wisa de Leyla Guven wekî jinek pêşeng û polîtîk gava jiyanî ya ewil avêt. Ev ne tesaduf e. Dîrok di rewşên awarte û dijwar de ji tesatufan hez nake. Tecrîd û bêçareseriyê rewşek dijwar ava kiriye. Êşek mezin ava kiriye. Êş û jana vê yekê jin dijîn. Qîmeta aştiya ku hatiye windakirin herî zêde jin hîs dikin. Leyla Guven jî li dijî  jiyana ku tê xwestin bê windakirin, bi dengekî ku hîsiyatiya mirovê bi rûmet û têkoşîna jinê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind dike. 
 
‘JI BO KURD DERÊ XWE BÎNIN ZIMAN DIVÊ HÊJ BI ÇEND ZIMANAN BI AXIVIN'
 
Gelê kurd û jinên kurd ji bo derdê xwe bînin ziman vê care bi zimanê bi êş û zimanê gerdûnî di axivin. Zimanê birçîbûnê. Çalakiya greva bê dawî û bê dorveger ku bi Leyla Guven dest pê kir, pêl bi pêl mezin dibe. Çalakiya Leyla li dehan girtîgehan belav bû û bû zimanê çalakiyê. Kurd û jinên kurd ji bo derdê xwe bînin ziman divê hêj bi çend zimanan bi axivin. Gelek caran zimanê wan wekî 'Zimanê nayê zanîn' tê şirovekirin. Helwesta cemaweriyê ya li dijî çalakiya grevê jî nihek wisa xuya dibe. Zilm li çar aliyan belav bûye. Gurme gurma şer e û ji dengê şer kes kesî nabihîze. Sirf ji bo dengê xwe bilind bikin vê carê bi bedena xwe dengê xwe bilind dikin. Niha krîza siyasî, civakî, aborî û gelek aliyan pêş dikeve. Çavkaniya vê yekê jî xwe ji tecrîdkirina li Îmraliyê digire. Neçareseriya pirgsirêka Kurd jî xwe ji feraseta îktîdara siyasî digire. Îktîdara siyasî û aqilê dewletê dixwase bi tepisandin û tundiyê pirsirêkê çareser bike. Lê li vî welatî kesên bi wîcdan, aqil û helwesta demokratîk li dijî tercrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bêdeng in. Hin kes mutlak mesafe xistine nava xwe. 
 
Li her derê pirsgirêka Kurd derdikeve pêşberî me. Faşizm, xwe li ser şere herêmê û paşverûtiyê xwedî dike. Xwe li ser inkarê mezin dike. Kes nikare li dora pirsgirêka kurd û Îmraliyê viz bibe û xwe bigînin cihekî. Ger ku îro hemû kes di bin zextan de bin, bi dijminantiya AKP û MHP'ê ya li diji kurdan peş dikeve. Tecrîd ne tenê pirsgirêka kurd e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Hemû hêzên muxalefet, şoreşger û hêzên tekoşîna sosyalîst dimeşîne rexne kir û diyar kir ku rexne ji bo wan hişyarî ye. Heta ku tecrîda li Îmraliyê li dijî Birêz Ocalan berdewam bike, vîna çareseriyê pêş nakeve. Niha çareserî dîl hatiye girtin. Tecrîd ne tenê pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka Tirkiye ye. Divê her kes li dijî tecrîdê rola xwe bilîze. Ev demek li dijî rêzê ye. "