Pekoz ê HDP’î: Ji bo winda kirina Tifaqa Cûmhûr hevkarî şerte

img
EDENE - Parlementerê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz, diyar kir ku desthilatdariya ji partî û beşên mûxalîf ditirse, berî hilbijartinê zextên xwe zêde kirin. Pekoz, anî ziman ku ger mûxalîf di hilbijartinê de bi ser bikeve, pergala heyî dê têk bike û got: “Ji bo ku Tifaqa Cûmhûr winda bike, divê hêzên mûxalîf hevkariyê bikin.”
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Edenê Kemal Pekoz, derbarê zextên li ser partiyê û pêvajoya hilbijartinê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
Pekoz, diyar kir ku Herêma Çûkûrova hem ji bo wan û hem jî ji bo desthilatdariyê girînge. Pekoz, anî ziman ku desthilatdarî ji bo ku bi ser bikeve di pêvajoyên hilbijartinê de tim operasyonên qirkirina siyasî li dijî partiya wan pêk tîne û wiha axivî: “Rêveber û endamên patiya me, bê bela sebeb tên binçavkirin û tên girtin. Bi taybet ji bo ku aktivîst, xebatkar, endam û rêveberiyên partiya me nekarin bixebitin zextan dikin. Ev jî nîşaneya tirsê ye. 
Wer difikirin ku dê bi tirsê, zext û tundiyê me ji karê me dûr bixin. Lê xwe dixapînin. Ji ber ku gelê me yê li herêma Edene û Çukurova gelek caran rastî van tundiyan hat û gav pavşe neavêt. Dibe ku îro zêde dernekeve kolanan, lê bertekên gelek pir zêde ne. Em dizanin ev zext beriya hilbijartinê zêde dibin. Ew bixwe jî dibêjin 'Em dê per û baskê wan bişkînin' Me duh li ber xwe da. Em dê îro jî li ber xwe bidin. Zextên li ser partiya me derketina asta herî jor. Herî dawî posterê Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş bi avahiya HDP'ê ya Edeneyê de daliqand8in. Lê Serdozgerê Komarê yê Edeneyê der barê vî wêneyî de li Hevserokên partiya me doz vekir." 
 
LI GEFÊN 'EM DÊ PÊL BI PÊL XWÎNÊ BIRIJÎNIN' DOZ VENEKIRIN
 
Pekgoz, bal kişand ser gefên li dijî partiya xwe û wiha lê zêde kir: "Rêberên Mafya aşkere gefan dixwin. Herî dawî gotin ‘Em dê pêl bi pêl xwînê birijînin' û gef xwarin. Lê der barê vê yekê de tu lêpirsîn nehat vekirin. Demîrtaş bûye namzetê serokomariyê. Hevserokê partiyekê bû. Lê ji ber posterên Demîrtaş daliqandine bi îdîaya “Bi Posterê Demirtaş pesnê sûç daye" doz vekirin. Ji ber ku daraz ketiye vî halê siyasî em vê pevajoyê dijîn. Divê di rewşek wisa de her kes li qada xwe têkoşînê geş bikin, mezin bikin û pir alî pêş bixin. Divê her kes helwesta xwe nîşan bidin. Divê Bînalî Yildirim îstîfa bike. Divê Namzetê AKP’ê yê Stenbolê Binali Yıldırım ji erka Serokê Meclîsê îstîfa bike. 
 
YILDIRIM LI DIJÎ QANÛNÊ TEV DIGERE' 
 
Pekgoz, herî dawî bal kişand ser helwesta Yildirim û tekoşîna partiya xwe û wiha bi dawî kir: "Niha Yildirim li dijî zagon û hiqûqê tev digere. Ji ber vê yekê divê bi ez ji erka xwe ya berê îstîfa bike. Divê berî her tiştî Bînalî Yildirim ji Serokatiya Meclîsê îstîfa bike. Îtîfaqa Cumhur a AKP û MHP’ê li gorî hilbijartina giştî vê carê bersîvê ji herêmê nastîne. Ev nerazîbûna gel dê di 31'ê adarê de bandora xwe li ser sindoqê bike. Em dê di vê hilbijartinê de şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine tevan paşve bistînin. Li ser vê yekê em dê 30 şaredariyên nû zêde bikin. 
 
MA / Hamdullah Kesen