Di nava partiyên Kurdan de hevparbûn: Armanc Yekitiya Neteweya Kurde

img

AMED - Parlementerê HDP’ê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku di encama hevîdtin partiyên Kurdan de biryarek hevpar derket holê û sibe dê di civînek çapemeniyê de ji raya giştî re eşker bikin. Îpekyuz, da zanîn ku ev biryar dê bi hilbijartinên herêmî re sînordar nemîne û hedef Yekitiya Neteweya Kurd e.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xebatên xwe yên hilbijatina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an, li herêmê bi hedefa Yekitiya Neteweyî ya Kurd û li Tirkiyê jî ji bo tifaqa gingehîn a eniya demokratîk bi hevdîtinan dest pê kir.  HDP ku ev demek dirêje bi partiyên Kurd re hevdîtinan dike,  di warê zimanê Kurdî de ku yek ji pirgirêkên bingehîn ê gelê Kurd çûn tifaqê û li ser vî esasî Platforma Zimanê Kurd hat avakirin. Niha jî gave din a şênber tê avêtin. 
 
24 HAZİRAN SEÇİMLERİ
 
 Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ku ev demek dirêje di van xebatan de cih digire, derbarê detayên tîqafên avakirin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Îpekyuz, bal kişand ser zextên 24’ê Hezînê yên li ser HDP û wiha got: “Ligel hemû zext û êrîşan jî HDP’ê benda hilbijartinê derbas kir. HDP’ê dûre got ku ji bo wan tu wateya meclîsê nemaye û ya esasî polîtîkayên hevdîtinên bi gel re ye. Yek ji rojevên serekê yên gelê Kurd ên di 24’ê Hezîranê de Yekitiya Neteweya  Kurd bû. Êdî divê ev bê zelalkirin. Li hemû cihan pirsgirêka gelê Kurd tê ser ziman. Di her kêliyê de êrîşên  li ser mûxalefetê zêde dibin. Me jî li ser mûxalifet dê pêvajoyek wiha de li Tirkiyeyê têbikoşe, hevdîtin kirin.”
 
 ‘EM DIXWAZIN LI SER MIJARÊN HEVPAR BÊN GELHEV’
 
Îpekyuz, da zanîn ku wan hevdîtin bi partiyên Kurd ên xwedî nirxan derdikevin re hevdîtin kirin û wiha bilêv kir: “Rexne hatin kirin, lê hemû partî erênî nêz bûn. Îro li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêvajoyek pir zor tê jiyîn. Di pêvajoyek wiha de li kêleka hev mayîn girînge. Em dixwazin li ser mijarên hevpar bên gelhev. Ji bo hilbijartin herêmî dînamîkên cuda hene. Di vê çarçoveyê de, di navbera Tevgera Azadî, DBP, Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD) Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK)  û Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiyê (PDK-T) tifaqa hat avakirin û emê di 7’ê Çile daxuyaniyek hevpar bidin.”
 
 SIYASETA DEMOKRATÎK 
 
 Îpekyuz, da zanîn ku ev tifaq dê tenê bi hilbijartin herêmî re sînor dar nemîne û wiha bilêv kir: “Divê hemû kes li xwe mêze bikin û ji xwe re bêjin ‘me li ku derê çi danî.’ Îro hemû Rojhilata Navîn li ser me Kurdan diaxivin. Êdî tu wateya pevketina me tuneye. Divê pêşiya siyaseta demokratîk êdî vebe. Ji berê de jî em wisan nêz dibin. Ji xwe perspektîfa me ya yekemîn ne hilbijartinên herêmîne. Em hemû dixwazin rejîma li Tirkiyeyê bêguhertin.”
 
‘BAWERÎ NÛ KIRIN’
 
Îpekyuz, dest nîşan kir ku di hilbijartina herêmî de, ji bo avakirina Yekitiya Neteweya Kurd gav avêtin girînge û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev dê bibe sedama nû kirina baweriyê. Em dixwazin wisan jî derbikevin pêşberî gelê xwe. Bêguman dê pirsgirêk hebin. Bi salane ev xebat heye, lê me xwe negihand asta dihat xwestin. Ev dê bandorê li hemû Kurdan bike. Em bi hevre, vê bi ser bixin. Feraseta ku hilbijartina herêmî qediya, hemû kes vegerin mala xwe tuneye.”  
 
MA / Ozgur Paksoy