‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare operasyonê pêk bîne'

img

AMED - Nivîskar Yusuf Karataş, diyar kir ku ger Tirkiye beyî Rusya li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonê pêk bîne, dê bifetise û bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne. Karataş, da zanîn ku di şertên îro de Tirkiye bi serê xwe nikare operasyonê pêk bîne." 

Piştî serokê DYA Donald Trump ku di 20'ê kanûnê de got 'Em ê ji Sûriye vekişin" niqaşên li ser rewşa Rojava û helwesta Tirkiye ya li dijî Rojava didomin. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş, geşedanên li herêmê pêş dikevin nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye bi serê xwe nikare li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye operasyonêp êk bîne. Karataş, da zanîn ku Tirkiye bêyî Rûsya nikare gavan bavêje û bi serê xwe nikare operasyonê pêk bîne. Karataş, bilêv kir ku ger Tirkiye operasyonê pêk bîne jî tê rastî zahmetî û pirsgirêkên gelek mezin bê. Karataş, destnîşan kir ku her diçe şert û zirûfên ku Tirkiye mudaxaleyî Bakurê Sûriye bike kêm dibe û wiha got: "Dema em demkurt lê binerin wekî serkeftina Erdogan dibe ku xuya bibe. Lê demdirêj em binerin tê dîtin ku ev gav girêdayî polîtîkaya DYA ya li Rojhilata navîn e. Ger ku em bêjin hesabê DYA yên li Rojhilata Navîn tune emê bixapin. 
Trump li gorî berjewendiyên xwe yên demdirêj biryara vekişînê girt. Erka xwe ya li herêma Rojhilata Navîn daye dewletên li herêmê. Ger ku DYA Tirkiye bikişîne nava qada xwe dê vê erkê bide Tirkiye jî. Di milê stratejiya desthilatdariyêde DYA xwe ji herêmê venekişandiye. Rusya jî demek dirêj e li Îdbilê bi Tirkiye re gihiştin mutabakatekê. Piştî vê yekê Tirkiye daxuyaniyenên der barê Rojhilata Firatê de dike. Wekî Rusya Îran jî heman daxuyaniyan dide."  
 
ARMANCA RÛSYA Û TIRKIYE NE YEK E 
 
Karataş, da zanîn ku gefên Rûsya û gefên Tirkiye yên li dijî Rojhilatê Firatê nayê wateyekê û wiha lê zêde kir: "Gefên Rusya yên li dijî Rojhilatê Firatê eskerên DYA ne. Yên Tirkiye ji hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDG) ye. Rusya bi hamleya dike dixwaze hesabên DYA yên li herêmê xera bike. Dixwaze zextan li ser kurdên Sûriye jî bike. Dixwazin kurd bi Rejîma Sûriye re li hev bikin. Rusya ji ber van polîtikan destûr da ku Tirkiye ewil bi Mertalên Firatê têkeve Bab'ê û li dijî Efrinê operasyonê pêk bîne. Tirkiye niha bêyî Rûsya nikare li dijî Minbicê operasyonê pêk bîne. Tirkiye dê rastî pirsgirêk û zahmetiyên mezin bê. 
 
Kurd piştî li Kobanê bi ser ketin, DYA polîtîkayên xwe yên li hemberî Kurdan guhertin. DYA bi vê hevkariyê li dijî Rûsya û Sûriye Kurdan dikişîne cem xwe. DYA demek dirêj Kurdên Sûriye nedît. Armanc û derdê DYA ne kurd in. Berjewendiyên wê ne. Ji bo li herêmê berjewendiyên xwe biparêze pêdiviya wê bi Kurdan heye. Divê bê xwestin ku DYA, Rusya, Îran û Tirkiye tev ji Sûriye vekişin. Divê gelê Sûriye bi xwe qeder û pêşeroja xwe diyar bike. Ger ku Tirkiye mudaxaleyî Rojhilatê Firatê bike dê krîz kûr bibe. Dê pirsgrêka Kurd bêtir mezin bibe. Ev operasyona di rojevê de dê pirsgirêkê Tirkiye û krîza Tirkiye bêtir kûr bike. Dibe ku beriya hilbijartinan hin bazar hatibin kirin û hin tavîz hatibe dayîn. Çawa DYA naxwaze Tirkiye bîne dijberî xwe, Rûsya jî naxwaze Tirkiye winda bike. Lê Tirkiye jî bi serê xwe nikare operasyonê pêk bîne. 
 
 
MA / Mehmet Şah Oruç - Özgür Paksoy