Temellî: Îtîfaq bi hilbijartinên herêmî re bi sinor namînin

img
 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bal kişand ser deklerasyona partiyên kurdan ên ji bo îtîfaqê û wiha got: "Ev îtîfaqa hatiye avakirin tenê bi hilbijartinan bi sînor namînin. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû Tirkiye pir girîng e." Temellî, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan jî û got: "Kesên di  demokrasiyê de israr dike divê teqez li dijî tecrîdê derkevin." 
 
Partiyên kurdan, duh beriya hilbijartina rêveberiya herêmî deklerasyona hevpar aşkere kirin. Di pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) de, Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK)  û Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T), di çarçoveya îtifaqa ji bo rêveberiyên herêmî de deklerasyona hevpar aşkere kirin. Deklerasyona partiyên kurdan a ji bo îtifaqê li her derê bû rojeva sereke. Têkildarî deklerasyona îtîfaqa partiyan û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevseroke Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî nirxandin kir. 
 
Temellî, anî ziman ku demek dirêj e xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî dimeşîne û wiha got: "Dema xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî tê gotin bêtir diyarkirina namzetan tê zanîn. Di rastiyê de beriya diyarkirina namzetan berî her tiştî îtîfaqa hêzên herêmî ye. Xebata esasî xebatên herêmî ne. Ya girîng ewe ku hêza herêmî tev li xebatên hilbijartinê bike ku karibe vîna xwe diyar bike. Divê teqez hêzên herêmî tev li pêvajoya hilbijartinê bibe. Herî dawî me gel tev li xebatên diyarkirina namzetan kir û me xebatên girîng meşandin. " 
 
Temellî, anî ziman ku ew dê namzetên xwe di 20'ê Çile de aşkere bikin û wiha got: "Em dê namzetên xwe bi civakê bidin naskirin û piştre dest bi xebatan bikin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li heremê li ser îtîfaqa yekîtiya neteweya kurd bi partiyên kurdan re îtîfaq pêş ket. Îtifaqa bi partiyên kurd re gavek dîrokî hat avêtin. Ev hevdîtinek gelek girîng bû. Beriya vê jî xebat hebûn. Dê piştî wê jî gavên girîng bên avêtin. Hêj HDP nehatibû avakirin xebatên ji bo yekîtiya partiyên kurdan hebû. HDP'ê di hilbijartina 24'ê Heziranê de ew anîn cem hev. Di pêvajoya 24'ê Hezîranê de gavên girîng hatin avêtin. Ji niha û şûnde ev gav dê mezintir û xurttir bibin. Gavek gelek bi wate û mezin e. Dibe îro kêmasî hebin, lê di demên pêş de ev gav dê mezintir û xurttir bibin. Ev hewldan ne tenê girêdayî xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve girêdayî ye. Ev hevdîtin ji bo yekîtiya neteweya Kurd pêngava destpêkê ye. Hevî û bawerî ye. Ev ne tenê j bo gelê Kurd û Tirkiye, ji bo hemû gelên herêmê gavek mezin û watedar e. Ez bawer dikim ku ji niha û şûnde dê gavên mezintir bên avêtin. Ji ber vê yekê hilbijartina 31'ê Hezîranê gavek krîtîk e. Divê em bi hevre îmzeyên girîng bavêjin hilbijartina 31'ê Adarê. Divê her kes piştgiriyê bidin vê pêngavê." 
 
Temellî, bang li hemû hêz û kesên demokratîk kir û xwest ji bo neteweya demokratîk, komara demokratîk û çareseriya demokratîk piştgiriyê bidin vê hewldana yekîtî û îtîfaqê. Temellî, anî ziman ku li Rojavayê Tirkiye jî xebatên îtîfaqa hêzên demoratîk tê meşandin û wiha got: “Îro li Tirkiye feraseta yekperest serdest e. Hişmendiya qeyûm heye. Bloka faşîst a Îtîfaqa Cumhur heye. Li Tirkiye mezinkirina eniya demokratik û xurtkirina demokrasiyê erk û berpirsiyariya me ye. Em bi vê berpirsiyariyê tev digerin. Li vir bingeha têkoşîna gelan heye." 
 
‘AN TECRÎD AN DEMOKRASÎ' 
 
Temellî, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Gelê Tirkiye îro bi hesreta demokrasiyê re maye. Demokrasiyek çawa li benda bersîvê ye. Brêz Ocalan 20 salin di bin tecrîdê ye. Tecrîd 20 salî ye. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha tecrîdek grankirî û mutlak heye. Beriya 5'ê Nîsanê li Dolmabahçe ji bo çareseriya demokratîk Mutabakata Dolmabahçe hat îmzekirin. 10 xalên Mutabakata Dolmabahçe nexşe û rêya çareseriya Tirkiyeya Demokratîk bû. Ev protokal vina çareseriyê nîşan dide. Vîna siyasi îro di bin tecrîdê de ye. Divê her kes vê yekê lêpirsîn bike û bi lez tecrîd bi dawî bibe. Leyla Guven lêpirsîna vê yekê dike. Leyla Guven li dijî sûc û binpêkirina mafan rawestiya û dest bi çalakiyê kiriye. Meseleya krîtîk a Tirkiye meseleya demokrasiyê ye. Divê em hilbijartina xwe rast bikin. An tecrîd an jî demokrasî. Kesên di demokrasiyê de israr dikin divê bi awayekî xurt û dengekî bilind û biryar li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Divê kesên ku heta niha çav û guhê xwe girtine êdî çav û guhê xwe vekin û bibînin. Ji bo ev kesên çav û guhê xwe girtine bibînin û bibhîzin Leyla Guven 62  rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Guven vîn û dengê heqîqetê ye. Divê her kes guh bide dengê Leyla û hêzê bidin wê. 62 roj pêvajoyek krîtîk e. Ji bo Rêzdar Leyla Guven rojek kritik e. Divê her kes piştgiriyê bidin Leyla û destê xwe têxin bin kevir. Hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan, rewşenbir û hemû beşên civakê yên demokrasiyê dixwaze divê tev li dengê Leyla Guven bibin. Divê ji bo rakirina tecrîdê bibin înisiyatif. " 
 
'DIJMINANTIYA KURDAN DIKIN' 
 
Temellî, bal kişand ser gefên îktidarê yên li dijî Kurdên li Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: "Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ne li Tirkiye û ne jî li Sûriye aramî pêş nakeve. Ev feraseta gefan li Kurdan dixwe, dijminantiya Kurdan e. Ev feraset Tirkiye dibe ser milê zinar. Niha geşedanên li Idlibê pêş dikevin ev bi xwe ye. Geşedanên li Efrînê pêş ketin encama vê ferasetê ye. Dema em li tabloya 8 salên li Sûriye binerin her tişt pir zelal e. Îro sedama hêzên derve yên li Sûriye dijminantiya Kurdan e. Divê Tirkiye piştgiriyê nede armanca hêzên derve. Sedema ku Tirkiye piştgiriyê nade çareseriya demokratîk a li Sûriye ji ber ku dijminantiya Kurdan dike ye. Ger ku Tirkiye li şûna dijminantiya Kurdan dike, dostaniya wan kiribûya dê îro Tirkiye, Iraq û Sûriye bêtir aram bûya. 
 
MA / Ozgur Paksoy- Mehmet Şah Oruç