Buldan: Rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku yên fermana Komkujiya Parîsê dan, îro Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîd dikin û got: “Leyla Guven li dijî tecrîdê 62 rojin di greva birçîbûnê deye û êdî canê wê avê jî qebûl nake. Greva birçîbûnê ya Guven di xeteriyê deye.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Bûldan, di civîna koma Meclîsê ya partiya xwe de, mijarên di rojevê de ne nirxandin. Bûldan, derbarê sê siyasetmedarên jinên kurd ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hilbijartina herêmî de, axivî. 
 
‘TU FERQ TUNEYE’
 
Bûldan, di dewama axaftina xwe sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anîn û wiha got: “Gelo armanca kesên fermana Komkujiya Parîsê dan çi bû? Xwestin pêvajoya çareseriyê bi dawî bikin. Di 5’ê Nîsana 2015’an de dest bi pêkanîna tecrîd û şer kirin. Kesên wê demê fermana komkujiyê dan, îro jî tecrîdê bi rêve dibin. Dinava tecrîd û Komkujiya Parîsê de tu ferq tuneye û bi hev ve girêdayîne.”
 
BI CANÊ XWE LI BER XWE DIDE
 
Bûldan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî dest pê kirin û wiha got: “Çalakiya Guven di roja 62’yan de berdewam dike. Girtîgeh bûye duyemîn adresa Leyla. Dema bavê xwe winda kir di girtîgehê de bû û niha dayîka xwe jî winda kir dîsan di girtîgehê de ye. Weke ku tu agahiya Wezaretê ji rewşa tenduristiya Guven tune be, xwest wê di wesayîta ringê de bibin taziyê. Leyla Guven 14 kîlo zeyîf bûye. Tansiyonê wê dikeve û dilê wê tim dixele. Bedena wê êdî avê jî qebûl nake. Êdî rewşa Leyla Guven di xeteriyê deye. Leyla bi awayekê bêhiqûqî di girtîgehê de tê girtin, lê ew ji bo pêşeroja welat û aştiyê têdikoşe û bi canê xwe li ber xwe dide.”
 
'TECRÎD AN DÊ RABE YAN DÊ RABE'
 
Bûldan, da zanîn ku divê destê Leyla dirêj kirî li hewa nemîne û wiha bilêv kir: “Ne tenê ji bo Leyla, ji bo pêşeroja zarokên xwe, ji vê derê bang li hemû hêzên demokratîk dikin. Leyla ji bo we di greva birçîbûnê deye. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û aştî bê vî welatî, bedena xwe ji birçîbûnê re razandiye. Bila ev welat ji destê Qesrê bêzar û parçe parçe nebe.”
 
Bûldan, dest nîşan kir ku yên destpêkê dengê Leyla Guven bihîstin girtîgeh bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha nêzî 150 girtî di girtîgehan de di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dene. Em tecrîda reş û tarî yan dê rabe, yan dê rabe.”