Wekilên HDP’ê meşiyan meclîsê

img

ENQERE - Wekilên HDP’ê beriya salvegera operasyona siyasî ya 4'ê mijdarê meşiyan meclîsê. Wekîlan wêneyên parlamenterên HDP'ê yên girtî rakirin û gotin “Meclîs riziya. Êdî xwe înkar dike" û bêdengiya Serokê Meclîsê rexne kirin. 

Parlamenterên HDP'ê, beriya salvegera 4'ê Mijdarê ku li dijî parlamenter û Hevserokên Giştî yên HDP'ê operasyona siyasî pêk hatibû meşiyan meclîsa Tirkiye. Koma HDP'ê li Salona Hêjmar 1 a Odeya Serokê Meclisa Tirkiye Îsmaîl Kahraman lêye kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Wekilan li vir bêdengiya Serokê Meclîsa Tirkiye rexne kirin û wêneyên parlamenterên HDP’ê yên girtî rakirin. 
 
Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, li vir daxuyanî da û diyar kir ku Hevserokên Giştî yên  HDP'ê û wekîlen wan salek e li dijî zagon u hiqûqê girtî ne û wiha got: "Ev operasyonek bi plan û li dijî hiqûqê ye. Ev welat êdî bûyue girtîgeha wekilan. Ji wekîlan heta akademîsyenan û heta karkeran her kesên muxalif tên girtin. Hemû kesên muxalif tên daizandin û girtin. Êdî welat bûye girtîgeha wekîl, rojnameger, akademîsyen, sendîkavan  û siyasetmedarên muxalif. Ji xwe li kolanan destûr nadin çalakiyan û kolan jî bûne girtîgeh." 
 
'GIRTIN BI FERMANÊ PÊK HAT'
 
Kerestecîoglu, ani ziman ku hemû wekîl bi fermanê hatin girtin û wiha got: "Ji sala 2007’an heta sala 2015’an di nava 8 salan de der barê wekilên me de 182 fezleke hatin amadekirin. Piştî Erdogan di 28'ê Tirmeha 2015’an de got 'Divê destnedayîn bê rakirin', 'Divê berdela wê bidin' di nava 10 mehan de bi lez û bez 328 fezleke hatin amadekirin. Bi giştî der barê wekilên me de 510 fezleke hatin amadekirin. Ji 328 fezlekeyan jê 154 fezleke di serdema guhertina Qanûna Bingehîn pêşkêşi meclisê kirin di navberea 21'ê Nîsana 2016'an û 20'ê Gulana 2016'an de hatin amadekirin." 
 
BANGA DARAZÊ: SERBIXWE BIN
 
Kerestecîoglu, helwesta darazê ya bialî jî rexne kir û wiha got: "Ev helwesta darazê dê darbeyek mezin li Tirkiye bixe. Vê hefteyê têkildari neanina Selahattin Demirtaş a darazê bi fermana "dizî" nîşan da ku dê Tirkiye bedelên giran bide. Em bang li hiqûqnasan dikin serbixwe tevbigerin. Em dixwazin li gorî hikûmetê tev negerin û li gorî fermana serxwebûnê tev bigerin. 
 
'BI GIRTINA WEKÎLAN DARBE LI DEMOKRASIYÊ DAN
 
Kerestecîoglu, anî ziman ku darbeya li dijî Koma Meclîsê ya HDP'ê bi girtina wekîlan bi sînor nema û wiha got: "Bi xistina hêjmara koma HDP'ê û xistina hêjmara wekîlên HDP'ê xwestin hêza me kêm bikin. AKP, bi girtina wekîlan darbeyê li demokrasiyê dixe. Niha ev darbe bi xistina wekîlan didome. Ev darbeya li dijî vîna gelan e. Ji gel re dibêje tu hilbijêre, lê ez te nas nakim. Îro tişta ku anîne ser şaredariyên me tînin serê şaredariyên xwe jî. Ev nenaskirina vîna gel e. Ji sedi 43ê nifîsa welat ji aliyê kesên nehilbijartî ve tê rêvebirin. 
 
MECLÎS LI DIJÎ KOMKUJIYÊ BÊDENG E 
 
Kerestecîoglu, bang li Serokê Meclîsa Tirkiye Îsmaîl Karaman kir û wiha got: "Dosyayên wekîlên girtî ku ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re hatine şandin, ji ber nivîsa ku Wezîrê Dadê ji Dadgehê re şandiye hêj nehatine lêkolînkirin. Mafê wan ê wekîltiyê bi vî rengî tê asteng kirin. Ji roja wekîl hatin girtin heta niha li meclîsê 117 caran hatin cem hev. 665 caran rûniştin. 276 qanûn di meclîsê re derbas bûn. Qanuna destûrê dide pergala Serokdewletiyê û rêziknameya navxweyî di meaclîsê re derbas bûn. Di vê pêvajoyê de wekilên me yên girtî nekaribûn fikrên xwe binin ziman û dengê xwe bidin. Em ji Serokê Meclîsê dipirsin û dibêjin wekîlên me çiqas ji mafê çêkirina zagonan sûd girtine. 10 wekîl hatin girtin û wekîltiya 5 kesan hatin xistin. Hûn ji meclîsa ku vîna gel nasnake re serokatyê dikin. Em wekî HDP'ê bang li we dikin ku wekî Serokê Meclîsê têkildarî vê mijadê daxuyaniyê bide. 
 
MECLÎS XWE ÎNKAR DIKE 
 
Parlamenterê HDP'e yê Mêrdînê Mithat Sancar, jî diyar kir ku darbe di 8'ê Hezîrana 2015'an de dest pê kir û wiha got: "8'ê Hezîranê Bahara gelan bû. Lê biryar dan ku vê baharê bifetisînin. AKP, Ergenekon û hêzên tarî fermana vê biryarê dan. Piştre darbeya 4'ê mijdarê pêk anîn. Wekîl dîl girtin. Hemû hevparên bûn şirîkê operasyonê riziyan. Meclîs riziya. Niha meclîs înkara xwe dike. Daraz xwe tune dike. AYM biryare nade. Ji tirsan biryar nade. Lê ev tirs dê dilê wan bi qurifîne."