Demîrtaş: Leyla Guven seknek bi rûmet nîşan dide
‘AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan hev…’

img
ENQERE – Dadgehkkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dewam dike. Demîrtaş bersiv da îdiayên jê tê darizandin û got: “Ji bo destnedayîna me rakin û bikin hedefa lîncê, AKP-MHP û hin CHP’yan dest dan hev û ji bo me biavêjin ber daraza hatiye polîtîkirin ketibûn nav bayê beze.” 
 
Dadgehkkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parastina xwe kir. 
 
'DEMILDEST TECRÎDÊ RAKIN' 
 
Gelek parlamenterên HDP’ê û parêzeran doz şopandin. Demîrtaş têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir. Demîrtaş bi çalakiya Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir û got: “Çalakiya birêz Leyla Guven hiqûqî û rewa ye. Ji bo hevdîtina malbatê û parêzeran li Îmraliyê pêk were ev daxwazek makeqanûnî ye. Leyla Guven wek siyasetmedarekê seknek bi rûmet dide nîşandan. Ji bo demorkasî û aştiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Divê TBMM bi lezgînî heyetek ava bike û bişîne cem Guven. Daxwaza wê gelek rewa ye. Pêwîste tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin. Bêdengiya parlamentoyê nayê qebûlkirin. Ez Guven û çalakgerên din silav dikim.” 
 
Piştî Demîrtaş behsa amadekirina fezleyekên der barê wî de hatine amadekirin kir, dozger jî fezlekeya amade kiriye xwend.
 
‘AKP-MHP Û KOMEK CHP’YÎ DEST DAN HEV…’ 
 
Demîrtaş axaftinek xwe ya di sala 2010’an de ku têkildarî welatiyên kurd ên li Dortyola Hatayê rastî êrîşa nijadperest hatine û di dosyeya wî de cih digirin bi bîra dadgehê xist û got: “Em bêjin dozger dosyeyê baş amade nekir. Temam serçava. Lê baş e TBMM’ê çi kir? Fezlekeyan yek bi yek di komîsyonê de girtin dest û destnedayîn rakirin? Na. Bi şiklek li dijî makeqanûnê destnedayînan rakirin. Di nêvengek lîncê de AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan destê hev û û ji bo me biavêjin ber daraza hatiye polîtîkirin ketibûn nav bayê beze. Leza wan hebû.”
 
‘RAYEDARA DAIŞ’Ê ROJEK BINÇAVAN DE MA’ 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku siyasetmedarên HDP’yî bi sedemên siyasî hatine girtin û wiha domand: “Daraza min di girtîgehê de radigire, endama DAIŞ’ê Ayşenûr Încî ya bi xelatkirina milyonek û nîv lîre dihat lêgerînkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan. Dadehê rojekê ji bo ragirtina endama DAIŞ’ê wek ‘binpêkirina maf’ dît. Nêzîkatiya we ya li dijî wê ev e. Lê nêzîkatiya we ya li hember min ev e. Mewzû û mesele ev e. Dema dor tê DAIŞ’yan kontrola edlî, lê dema dor tê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî dewama girtinê didin. Ê baş e bila wekî we be.” 
 
‘KUMPASA HEVPAR A ERDOGAN E’ 
 
Demîrtaş diyar kir ku li dijî wî kumpas pêk hatiye û got: “5 sal şûn ve fezlekeyê amade dikin. Ev jî kumpasa hevpar a Vural Balci yê fezleke amade kiriye, Serdozgerê Komarê yê Amedê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê wê demê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e. Hemû mesele ev e.” 
 
 Heyetê navber da danişînê û dê piştî navberê dê danişîn dewam bike.