Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin

img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku pêkanîna tecrîda li Îmraliyê ketiye halê “şiklê rêveberiyê” û got: “Wan bedena xwe daye ber birçîbûnê, tişta em ê jî bikin mezinkirina berxwedana wan e.” 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojevên hilbijartina herêmî, tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li Navenda Giştî ya HDP’ê civiyan. 
 
‘MEZINKIRINA BERXWEDANÊ PARA ME YE’ 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di vekirina civînê de axivî û berdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 80 roj in di greva birçîbûnê de ye wiha nirxand: “Duh ji hepsê derket keniya lê malê giriya. Got ‘Min hemû maneviyata xwe li zîndanê hişt. Hevrêyê min li wir man û ez derketim. Dil û mêjiyê min li zîndanê ma.’ Anî ziman ku hevalên me di nav berxwedanek mezin de ne. Tişta dikeve ser milê me xwedî derketina hevalên me ye. Divê em li gel wan bin û dengê wan li derve belav bikin. Karê me yê sereke bi hilbijartinê re şikandina tecrîdê ye.  Wan bedena xwe daye ber birçîbûnê, tişta em ê jî bikin mezinkirina berxwedana wan e.” 
 
‘BÛYE HALÊ ŞIKLÊ RÊVEBERIYÊ’ 
 
Buldan da zanîn ku daxwaza wan sereke ew e tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û wiha dewam kir: “Em dizanin tecrîd tê çi wateyê. 20 sal e tecrîd didome. Her çiqas dem bi dem Birêz Ocalan tecrîdê rakiribe jî lê bi hatin û çûna heyetan re tecrîda li Îmraliyê bûye halê ‘şiklê rêveberiyê.’ Astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran îfadeya tecrîda şidandî ye. Ji bo rakirina tecrîdê ji niha pê ve jî em ê li her qadê bînin ziman. Em ê bêdeng nemînin.”
 
 Piştî axaftina Buldan civînê ji çapmeniyê re girtî dewam kir.