Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e

img

STENBOL – Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît di Komxebeta Tenduristiyê ya HDK’ê de axivî û got: “Polîtîkaya qeyûman li dijî siyseta kurd di heman demê de êrîşek li dijî tenduristiya gel e. Li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê pêk tê.” 

Komxebata Tenduristiyê ya duyemîn a bi ser navê “Li Bajarên Kapîtalîzmê Alternatîfên Me Hene” ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li avahiya wê ya li Taksîma Stenbolê dest pê kir. Komxebat dê 2 rojan dewam bike. Li salonê pankarta “Li Bajarên Kapîtalîzmê Alternatîfên Me Hene” ya bi zimanê kurdî, tirkî, ermenî, rumî û erebî hat daliqandin. Axaftina vekirinê ya komxebatê Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît kir. 
 
'BERDANA GUVEN BIRYAREK SIYASÎ YE’ 
 
Kiliç Koçyigît bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û got tahliyeya Guven wek girtina wê bi biryarek siyasî pêk hatiye. 
 
Kiliç anî ziman ku greva birçîbûnê ya Guven daye destpêkirin heta tecrîd bê şikandin dê dewam bike û ew wek HDK’ê daxwaza hemû kesên di greva birçîbûnê de wek daxwaza xwe dibînin. 
 
‘LI KURDISTANÊ HIQÛQA MÊTINGERIYÊ PÊK TÎNIN’ 
 
Kiliç bi bîr xist ku AKP ji bo li desthilatdariyê bimîne ji sala 2015’an ve birêvebirina şer tercîh dike û got: “Ji roja şer dest pê kir heta îro bajarên Kurdistanê bi polîtîkaya şer birêve tê birin. Êrîş bi ser şaredariyên DBP’ê ve pêk hatin. Ev êrîş pir alî ne. Di serî de dixwazin girêdana partiyê û gel ji hev biqetînin. Dixwazin li Kurdistanê mêtingeriyê bixin dewrê û her pêşketina statûyê asteng dikin. Dixwazin bi polîtîkaya êrîşan hêza kurdan bişkênin. Di van hemû polîtîkayan de Şoreşa Rojava diyardar e. Destkeftiyên li Rojava îtîfaka AKP-MHP ditirsîne. Ji bo şoreşa li Rojava li Bakurê Kurdistanê pêk neyê hemû rêbazan bi kar tînin û destkeftiyên gelê kurd beralî dikin. Polîtîkaya qeyûman li dijî siyaseta gelê kurd e. Ev polîtîkaya di heman demê de êrîşek li dijî tenduristiya gelê herêmê. Li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê pêk tînin. Di van şertan de tu kesek li Kurdistanê ne ne xwedî tenduristiyek baş e.” 
 
Kiliç destnîşan kir ku di serî de gelê kurd û hemû hêzên demokrasiyê dê di hilbijartina 31’ê Adarê de hesab ji desthilatdariyê bixwazin. 
 
Piştî axaftina Kiliç, nameya Akademiya Tenduristiya Rojava ya ji bo komxebatê hatibû şandin hat xwendin. 
 
Komxebat dê 2 rojan ji çapemeniyê re girtî dewam bike û li ser mijarên xizmetên tenduristiyê, şertên kedkarên tenduristiyê û rewşa civakê ya li herêman nîqaş bên kirin.