Mîrza: Ev yek binpêkirina axa Iraqê ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksiyona Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Şêrwan Mîrza, xwest baregehên dewletên biyanî yên li Iraqê bên derxistin. Mîrza, xwest Hikumeta Iraqê li ser komkujiya Dêrelokê lêkolîn bike. 
 
Balafirên şer ên TSK'ê di 23'ê Çile de li Gundê Dêrelûkê bombe barandin û 4 welatî kuştin û 2 welatî jî birîndar kirin. Piştî vêyekê Gelê Şeladizê ya herêma Behdînan a Duhakê bi ser qereqola eskeran a Tirkiye de girt. Li ser vê mijarê Endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksiyona Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Şêrwan Mîrza pirsên Ajansa Roj ROJNEWS'ê bersivand. Şêrwan Mîrza, anî ziman ku dê bi wezîran re hevdîtin bikin û wiha got: “Emê di dema pêş de li ser bûyerên ku çêdibin, hewl bidin bi rêya Wezareta Derve bang li balyozxaneya wî welatî bikin û nerazîbuna xwe ji bo wan diyar bikin.  Ji ber ku ev yek binpêkirina xaka Iraqê ye. Her hemwelatiyek dinava xaka Iraqê de be, erkê parastina wî jî di stûyê Hikumeta Iraqê deye. Erkê hikumeta Iraqê jî ewe lêkolînek baş di vê mijarê de bike.”
 
Şêrwan Mîrza, anî ziman serweriya axa Iraqê hatiye binpêkirin û wiha got: “Ger hebûna baregehên welatên derve di nava Iraqê de, ne li ser lihevkirina her du welatan be, ev yek tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê. Em piştgiriya serweriya xaka Iraqê dikin û li gorî me divê hemû hêzên biyanî ji Iraqê bên derxistin.”