Ozsoy: Heke peymanek pêk were jî divê li Îmraliyê pêk were

img

ENQERE – Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy Peymana Edeneyê nirxand û got: “Heke ku hûn Peymana Edene, Moskova û Washington pêk bînin, dê bibe cihê têkçûna siberoja we. Heke peymanek pêk were divê ew jî Peymana Îmraliyê be.” 

Di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de 21 sal berê Peymana Edeneyê hatibû îmzekirin. Serokê Dewleta Rûsyayê di hevdîtina xwe bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de vê peymana Edeneyê anî rojevê. Ev peyman di sala 1998’an de ji aliyê DYA’yê ve hatibû ziman. Ev peyman wek destpêka komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî tê zanîn. Bi vê Peymana Edeneyê ya nû dixwazin bixin rojevê çi armanc dikin. 
 
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy ê ji Karên Derve Berpirse peymanê nirxand. 
 
Ozsoy anî ziman ku daxwaza Tirkiyeyê hem ya mudaxeleya li dijî Rojava û hem jî di mijara avakirina herêma tampon de ne Rûsya û ne jî DYA daxwaza Tirkiyeyê qebûl nekiriye. Ozsoy bal kişand ser Peymana Edeneyê ya ku Rûsyayê daxwaz kir û got: “Di esasê xwe de Rûsya bi Peymana Edeneyê peyama “Hûnê nekivin Sûriyeyê û hûnê leşkerên xwe ji wir vekişînin’ da Tirkiyeyê.” 
 
‘TIRKIYE DIXWAZE RÊYEK NAVÎN BIBÎNE’ 
 
Ozsoy got Tirkiye li dijî şiklê argûmana “Pirsgirêka min a bekayê û ewlehiyê heye” dixwaze rêyek navîn ji xwe re bibîne. Ozsoy da zanîn ku DYA li dijî argûmana Tirkiyeyê ya bûye mijara gotinê ji bo hevsengiyek di navbera tirk û kurdan pêk bîne gelek xebitî lê ev bi ser neket. Ozsoy got Rûsya bi anîna rojeva Peymana Edeneyê karek zortirîn da ser milê xwe û got: “Rûsya niha dixwaze di navbera Tirkiyeyê, Rojava û Rejîma Sûriyeyê de hevsengiyekê ava bike. Rûsya wê formulek çawa ku Kurd, Tirk û Sûriyeyê nêzî hev bike bibîne? Bi rastî jî hevsengiyek zor e. Çimkî daxwaz li dijî tabanê ye. Tirkiye bi kurdan re tiştekî naxwaze. Tirkiye daxwazên kurdan qebûl nake. Tirkiye daxwazên Esad jî qebûl nake. Pêkanîna vê hevsengiyê ne zor e û pêkan xuya nake.” 
 
‘AKP VEGUHERIYE BAZIRGANEK ÎFLASKIRÎ’ 
 
Ozsoy destnîşan kir ku piştî hevdîtina Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan a li Moskovayê behskirina Peyaman Edeneyê şiband wek tucarê top diavêje û wiha got: “Ez bawerim Erdogan zoriya vê herêma bi ewle dît. Yanî dagirkerinek nû zor tê dîtin. Wê demê belkî van lênûskên xwe kevn veke û di derdê tiştek nû bibîne de ye. Piştî bi salan lênûska kevn vekir. Ev jî meseleya tucarê miflîs e. Tucarek ku top diavêje vedigere lênûska xwe ya kevn li nav hev dixe. Diyar e hikumeta AKP’ê jî top avêtiye û lênûskên xwe yên kevn bi ser hev re diqelibîne. Ji wir Peymana Edeneyê derxist. Bi rewşa heyî pêkanîna vê peymanê zor xuya dike. Lê li pey derdê ku dê vê peymanê çawa aktûel bike ye. Ne diyar e aliyê Sûriyeyê wê çawa nêzî vê yekê bibe.” 
 
‘PEYMAN LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Ozsoy diyar kir ku êdî dema Tirkiye Esad nas bike hatiye û her roja ku diçe karê Tirkiyeyê dikeve astên zortirîn. Ozsoy da zanîn ku Peymana Edeneyê ya 21 sal berê hat pêkanîn çi jê derket û got: “Heke ku hûn Peymana Edene, Moskova û Washington pêk bînin, dê bibe cihê têkçûna siberoja we. Heke peymanek pêk were divê ew jî Peymana Îmraliyê be.” 
 
MA / Selman Guzelyuz