Oluç: Em ji bo demokrasiyê fedekariyê dikin

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî stratejiya hilbijartinê ya bajarên Rojava anî ziman ku ji bo pêşxistina demokrasiyê van gavan davêjin. Oluç, destnîşan kir ku van gavan ne ji bo tu partiyan ji bo pêşxistina demokrasiyê davêjin. 

 
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî stratejiya hilbijartinê ya bajarên Rojava li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Oluç, diyar kir ku wan têkildarî îhlalên hilbijartinê bi awayekî berfireh li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) îtiraz kiriye û wiha got: "Me li 11 bajar û 35 navçeyan der barê 37 hezar hilbijêrên sexte îtîraz kir. Me xwest saziya hilbijartinê der barê 37 hezar hilbijêran de lêkolînê bikin. Lê ji ji sedî 95 îtîrazên me hatin redkirin. Li Tirkiye ewlehî û baweriya hilbijartinê êdî nema ye. Roja hilbijartinê parastina sindoqê girîng e. Lê tenê ew têr nake. Ewlehiya hilbijartinê tenê bi roja hilbijartinê û parastina sindoqan ne bi sînor e. Beriya hilbijartinê biryar didin ku dê kî li ku dengê xwe bikar bîne û li ser qeyda hilbijêran lîstik tên lîstin. Em îro dîsa dê serî li YSK'ê bidin û biryarên ku Lijneyen Hilbijartinê yên bajar û navçeyan ên red kirin emê îtîraz bikin. Di milê ewlehiya sindoqan de YSK êdî bûye saziyek wezareta Karên Hundir. Wezareta Karên Hundir aktorek girîng e. Em dibînin ku li vir partiya me hedef hatiye girtin. Hemû îtirazên me di destê me de hene. Me li 11 bajar û 35 navçeyan îtiraz kir. Mesela li Îdirê 
Li Îdîrê li mala polîsan di 38 odeyan de 374 hilbijêr derketin. Em dibînin ku li mêvanxaneyê hilbijêr hatine qeydkirin. Ev li dijî ûsûl û hiqûqê ye. Ev nîşan dide ku lijneya hilbijartinê neçûye lekolîn nekiriye. Mînakek din li navçeya Erdîşa Wanê ye. Li xaniyekî ku deriyê wê kilîtkirî û mohr kirî qeyda 76 hilbijêran hatiye kirin. Li Sêrtê qeyda 6 hezar hilbijêran hat jêbirin. 
 
Berê 96 şaredariyên ku HDP’ê stendibûn desteser kirin û qeyûm tayin kirin. Vîna gel xezp kirin. Lê piştî qeyûm hatin tayinkirin xezpên mezin kirin. Êrîşî ziman, çand û dîroka gel kirin. Xezpên mezin kirin. Hilbijartina 24'ê Hezîranê nîşanî me da ku her çend qeyûm hatibe tayînkirin jî dîsa HDP li herême partiya yekemîn e."  
 
EM JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE GAVAN DAVÊJIN
 
Oluç, têkildarî stratejiya hilbijartinê ya bajarên Rojava anî ziman ku ji bo pêşxistina demokrasiyê van gavan davêjin. Oluç, destnîşan kir ku van gavan ne ji bo tu partiyan ji bo pêşxistina demokrasiyê davêjin. Oluç, da zanîn ku gavên li Rojavahên Tirkiye davêjin ji bo demokratîkbûna Tirkiye ye.