Bîlgen: Em ê Qersê ji bêxwedîtiyê û diziyê rizgar bikin

img
QERS – Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca duyemîn buroya hilbijartinê vekirin. Bîlgen di vekirina buroyê de got: “HDP wê şaredariyê ne ji MHP’ê dê ji bêşopandin, bêxwedîbûnê rizgar bike.” 
 
Namzetên Hevşaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî bi leztir dikin. Namzetên hevşaredariyê li Qersê buroya duyemîn a hilbijartinê vekirin. Gelek kes beşdarî vekirina buroyê bûn û mil dan milên Bîlgen û Alaca. Welatiyan bi dilgeşî namzetên xwe yên hevşaredariyê pêşwazî kirin. 
 
‘DIVÊ JIN LI DERDORA HDP’Ê BIBIN XELEK’ 
 
Beriya vekirina buroyê namzetên hevşaredariyê axivîn. Namzeta hevşaredariyê Şevîn Alaca axivî û got: “Bajarê me terkî çarenûsa xwe kirin e. Em ê di 31’ê Adarê de xwedî li Qersa xwe derkevin. Em ê bajêr bi gelê xwe re birêve bibin. Di vê hilbijartinê de wezîfeyek mezin dikeve ser milê jinan. Divê em ji heft salî heta heftê saliyan bi ruhê seferberiyê bixebitin. Lazim e hemû jinên Qersê li derdora HDP’ê bibe xelek. Werin em bi hev re li pêşiya şidetê bisekinin û azadiya xwe bi ser bixin.” 
 
 ‘EM Ê ŞAREDARIYÊ JI BÊXWEDÎTIYÊ RIZGAR BIKIN’ 
 
Namzetê Hevşaredariyê Ayhan Bîlgen jî axivî û wiha got: “Bila kes guh nede wan kesên ku dibêjin ‘jixwe HDP bi ser bikeve jî dê qeyûm tayîn bikin.’ Ew li dijî me hişmendiya reşkirinê birêve dibin. Li vî bajarî eraziyan dizî kirin, pere dizî kirin û niha jî dengan dizîn. Ji bo HDP ji hilbijartinê xwe vekişîne propaganda reş dikin. Me di hilbijartina dawî de bi qasî partiya destilatdariyê deng sitendiye. Wê demê çima em ji hilbijartinê vekişin? Çima em hatin û çima em ê vekişin? Heke ji sindoqê kî derkeve û dema wî ji wezîfeyê bigirin bêhurmetiya herî mezin e. Bêrêziya li hember gelê Qersê ey. Em ji bo têkoşîna civakî li vir in. Heke dixwazin me bitirsînin, lê bila baş dizanibin em ji bilî nirxên xwe ji tu kesî natirsin. Em ê ji bo çi siyasetê dikin em ê heta dawiyê ji bo wê têbikoşin. Ji ber vê yekê bila ev kes dest ji vê terza siyaseta xwe berdin. Werin em vî bajarî ji gote gotan rizgarbikin. Ev bajar ji ber siyaseta van kesên bi vî halî hatiye vê rewşê. Em ê wek HDP’ê şaredariyê ne ji MHP’ê bistînin em ê şaredariyê ji bêşopandin, bêeleqeyê û bêxwedîtiyê rizgar bikin.” 
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.