Buldan: Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan dê bi hevre Mêrdîn bi rêve bibin

img
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Merdînê bi tevlêbûna Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, namzetên hevşaredariyan bi gel dan nasîn. Di bernameya danasînê de Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan, diyar kir ku gelê Mêrdînê dê li vîna xwe xwedî derkevin û şaredariyê ji destê qeyûmê bistînin. Buldan wiha got: "Gelê Mêrdînê dê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin zordariyê. Ereb, Turd, Mehelmî, Suryan û gelên din dê Mêrdînê bi rêve bibin." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê û namzetên Hevşaredariyên Mêrdînê û navçeyên wê li Salona Tesîsên Bîlen a Mêrdînê bernameya danasîna hevşaredariyan pêk anî. Di bernameya hevşaredariyê de Namzetê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk ewil derket ser dikê û diyar kir ku qeyûm dest danîye ser hemû nirxên gel û ew saz didin ku dê hemû nirxên gel dîsa paşve bistînin û şaredariyê têxin xizmeta gel. 
 
BULDAN: EMÊ BI HEVRE TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'
 
Piştî Turk Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan axivî û wiha got: "Gelê Mêrdînê dê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin zordariyê. Ereb, Turd, Mehelmî, Suryan û gelên din dê Mêrdînê bi rêve bibin." 
Buldan ewil gel slav kir û wiha got: "Mehmet Sîncar bi hurmetî bibîr tînim. Di şexsê Mehmet Sîncar de hemû şehîdên demokrasiyê bibîr tînim. Îro hemû hevrêyên Sîncar vê têkoşînê bi heman biryarê pêş dixin. Îro çalakî û berxwedana Leyla Guven di roja 84'an de berdewam dike. Birêz Leyla Guven ji bo aştî, demokrasî pêş bikeve. Ji bo tecrîd bi dawî bibe bedena xwe daniye holê. Têkoşina wê ya bi rûmet teqez û teqes bê bi ser bikeve. Em dê bi hevre bigêjin rojên ronî. Rêya ku Leyla Ronî dike, rêya hevpar agelan a aştî, demokrasiyê û azadiyê ye. Em dê li gel wê bin. Hêvî û wêrekiya wê hêzê dide me. Sebahat Tuncel, Selma Irmak jî bi heman rengî bedena xwe dan ber birçîbûnê. Bûrcû Çelîk jî da şopa wan. Em dîsa hemû hevalên ku ketine greva birçîbûnê bi hurmetî wan silav dikin û em bawer dikin em dê bi hevre tecrîdê bişkînin."  
 
'UGUR KAYMAZ CARA DUYEMÎN QETIL KIRIN' 
 
Buldan, bal kişand ser heqaretên Qeyûm ku li vina gel dike û wiha berdewam kir: "Em dizanin ku qeyûm piştî hat tayînkirin heqaretê li çand û nasnameya gelan dikin. Dema peykerê Ugur Kaymaz hilweşandin cara duyemin qetil kirin. Dema tabelayên pir zimanî rakirin xwestin yek zimaniyê pêş bixin. Lê em dizanin gelê Mêrdînê ku xwedî pir çandî û pir zimanî ye destûr nade vê yekê. Gelê Mêrdînê bi hezaran salin bi hevre dijîn. Tu carî destûr nadin. Tu carî nasname û çanda xwe teslîmî qeyûmê nekir û ji niha û şûnde teslîm nake. Em Mêrdîn teslîmî qeyûmê nakin. Em dê bi vê sekna xwe ya wêrek û azad pêşeroja xwe bi dest bixin."  
 
'EM DÊ DEMOKRASIYE LI HERÊMÊ PÊŞ BIXIN'
 
Buldan, destnîşan kir ku gelê Mêrdînê, dê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin zordariyê û wiha pêde çû: "Em dibêjin Hodrî Meydan. Gelê Tirkiye li dijî vê rejîma desthilatdar êdî nikare nefesê bistîne. Nikare bi aramî û xweşî bijî. Hikûmet dixwaze bê şert û merc her kes stuyê xwe ji wan re xwar bike. Gelê me wekî her carê bi hêz, wêrek û bi rêxistin e. Xwedi vîne ku di 31'ê Adarê de xwe bi rêve bibe. Hilbijartina 31'ê Adarê rojek dîrokî ye. Em dê bi hevre vê rejîma faşîst hilweşînin û li herêmê demokrasiyê pêş bixin. Em dê bajarên xwe ji hişmendiya navendî rizgar bikin. Em dê demokrasiyê li herêmê xurt bikin. 
 
'KURD EREB MEHELMÎ, SURYANÎ DÊ BI HEVRE MÊRDÎNÊ BI RÊVE BIBIN'
 
Buldan, herî dawî anî ziman ku Mêrdîn bajarê pir çandî û pir zimaniyê ye û wiha bi dawî kir: "Ereb, Kurd, Mehelmî, Suryan, karker, kedkar, ciwan, jin dê Mêrdînê bi rêve bibin. Hûn dê Mêrdîn bi rêve bibin. Li her derên ku şaredariyên me lê hebin em dê bi hevre bajar bi rêve bibin. Em dê hemû tiştên ku aydî gelê me ye bi dest bixin û dîsa teslîmî gel bikin. Em li vir soz didin ku tişta qeyûm stendiye bistînin û radestî gel bikin. Hişmendiya qeyûm dê êdî li vir nejî. Em dê deriyên şaredariyan ji gel re vekin. HDP Dê werin qeyûn biçin. Şaredarî dê bibin şaredariyên hezkirin, xweşbinî, jin, zarok, ciwan û gelan.  Em dizanin ku bi şev û roj bi hîleyan dijîn. Bi hîleyan radizên, bi hîleyan hişyar dibin. Lê vê carê em destûr nadin hîleyên wan. Çi bikin bila bikin dê winda bikin. Em carek din dibêjin dê winda bikin, winda bikin windabikin.
 
Hûn dê hişmendiya qeyûm ku vîna we tune dihesibîne, wan di sindoqê de veşêrin. Ruyê wan ê vîna gel tune dihesibîne tune ku deng ji we bixwaze. Ji ber ku dê şerm bikin derkevin pêşberî gel. Hafizaya gel heye. Hafiza gel hêj zindî ye. Hafiza Nisêbîn, Dêrik Qoserê heye. Hevalên me yên namzet vîna we ye. Hevalê me Ahmet Turk ku hafizaya siyaseta kurd e, tu carî gav paşve navêt. Hûn dê bi hevre bajar bi rêve bibin. Bi coşek mezin emrê xwe da vê têkoşînê. Îro jî bêyî şik vê xizmetê dide ser milê xwe. Hevalên me  Ahmet Turk û Fîdan Altundag vîna we ye. Em wan teslîmî we dikin. Em carek din dibêjin, bajar, berxwedan, axtî, pêşeroj, çand Ya Me Ye."