Ozturk: Daxwaz nehatin bersivandin, berxwedan didome

img
AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku dewletê xwestiye bi destûrdayîna hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana hevseroka wan Leyla Guven gavên taktîk biavêje û got: “Taktîkên wan pûç derketin. Dawî li tecrîdê neanîn. Daxwaz nehatin bersivandin. Berxwedan didome.” 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxand. 
 
‘HETA DAXWAZ QEBÛL BIBE DÊ DEWAM BIKE’ 
 
Ozturk da zanîn ku hevdîtina malbat û parêzeran a li gel Ocalan mafek mekqanûnî ye û got: “Daxawza çalakgerên greve ew e ku; dewlet li gorî rêgezên qanûnên xwe tevger bikin. Ji bo pêşî li rêya Îmraliyê vebibe girtiyan bedena xwe daye ber birçîbûnê. Lê faşîmza AKP-MHP’ê tenê mafê makeqanûnî yê Birêz Ocalan bipê dike û aseteng dike. Hevalên me jî viya qebûl nakin. Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ew e tecrîd demildest bê rakirin. Heta ev daxwaz bên pejirandin dê grevên birçîbûnê dewam bikin.” 
 
‘DEWLETÊ XWEST BI TAKTÎKAN ÇALAKIYAN PÛÇ BIKE’ 
 
Ozturk bi bîr xist ku Leyla Guven di encama biryarek siyasî de hatibû girtin û berdana wê jî di encama biryarek siyasî de pêk hat. 
 
Ozturk destnîşan kir ku dewletê xwestiye bi şandina Mehmet Ocalan a li gel Ocalan û tahliyekirina Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê pûç bikin û wiha dewam kir: “Dewletê bi van taktîkan xwest nêzî grevên birçîbûnê bibe. Armanca wan ew bû bi berdana Leyla Guven re çalakiyên greva birçîbûnê pûç bikin. Xwestin rojevê biguherînin. Plan kirin ku grevên birçîbûnê ji holê rakin. Lê biryardariya Leyla Guven û hevalên me yên din bi îradeyî daxuyandin heta tecrîd neyê rakirin dê çalakiyên xwe bi dawî nekin.” 
 
‘DAXWAZ NEHAT BERSIVANDIN, BERXWEDAN DIDOME’ 
 
Ozturk da zanîn ku bêdengî hat şikandin û grevên birçîbûnê ket merhaleyek her demî û wiha got: “Çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Leyla Guven piştî hat berdan got ew ê heta tecrîd ranebe çalakiya xwe dewam bike. Hevalên me yên li girtîgehan jî heman daxuyaniya dewama çalakiyê dan. Dibe ku Leyla Guven berdabin, lê bes li derve nûnertî û pêşengiya çalakiya girtiyan dike. Daxwaz hêj nehatine qebûlkirin û bersivandin. Xwestin bi taktîka berdana Leyla Guven têgihiştina grevên birçîbûnê bi dawî bûn biafirînin, lê taktîka dewletê pûç derket û berxwedan bi hemû biryardariya xwe didome.” 
 
Ozturk banga xwedî derketina daxwaza Leyla Guven û çalakgerên din li gelê kurd û hemû beşên civakê yên din kir. 
 
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç