Wê DBP, li Amedê kongreyê li dar bixe

img

AMED - DBP, beriya di 3'yê Sibatê de Kongreya Asayî ya 5'an li dar bixe, ji bo kongreyê bang li gel kir. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, dê di 3'yê Sibatê de li Eywana Konferansê ya Demîrokê Kongreya Asayî ya 5'an li dar bixe.  Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Tevfîk Kaçar, diyar kir ku ew ê di 3'yê Sibatê de kongreya DBP'a Amedê li dar bixin û got: "Em ji bo kongreyê du mehan xebitîn. Em dikarin ji vê re bêjin; serdema nûbûnê. Wê di vê serdema nû de perspektîfên ku hewl dide siyaseta Tirkiyeyê ji xitimandinê xelas bike û pêşengiya siyaseta demokratîk bike û bi kadroyên xwe berpirsiyariyên xwe pêk bîne."  Kaçar, diyar kir ku ew li gor daxwaz û têkoşîna gelê kurd tev digerin û got: "Em ê kongreya xwe bi vê îdiayê li dar bixin. Heta têkoşîna gelê kurd hebe, wê di warê siyasetê de peywira me neqede." Kaçar, diyar kir ku wê kongreya di 3'yê Sibatê saet di 10.00'an de li Eywana Demîrokê bê lidarxistin û ji bo vê bang li herkesî kir. 
 
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Sevîm Adsoy jî, destnîşan kir ku ev kongre ji bo wan pir girîng e û got: "Em di pêvajoyeke berxwedanê û çalakiyên greva birçîbûnê re derbas dibin. Her wiha di vê serdemê de zext û zoriyên faşîzma AKP-MHP'ê zêde bûne. DBP, tenê ne partiyeke siyasî ye. Di heman demê de partiyeke bîrdorziyî û perwerdehiyê ye jî." Adsoy, destnîşan kir ku divê herkes xwedî li berxwedanê derkeve û xurt bike û ji bo kongreyê bang li herkesî kir.