Gergerlîoglu: Nasnameyê li peş serkeftinê dikin astengî

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku kesên di ezmûna KPSS’ê de puanên zêde distîne, di mulakatê de tên bêjandin (bêjingkirin) û wiha got “Ger hûn Kurd Elewî û muxalif bin, dibe sedem ku hûn di mulakatê de bên bêjandin." 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê Omer Faruk Gergerlîoglu têkildarî Ezmûna KPSS'ê û mulakata ji bomamosteyan li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen Gergerlîoglû amade bûn. Di civînê de Gergerlîoglu, diyar kir ku kesên Kurd, Elewî û Muxalif bin, têk dike ku rastî astengî û benda lêpirsîna ewlehiyê bên û wiha got: "Bi hezaran kesên mexdûr dibin serî li komîsyonê didin. Em dê daxwaz û mafê van kesên mexdûr ên edaletê bilind bikin. Kesên ku di KPSS'ê de puanên zêde distînin, di mulakatê de rastî astengiyan tên. Kesên di mulakattan de puanên zêde distînin, kesên nijadperest û nêzî îktidarê ne. Mirovên ku dixwazin bibin karmend bi salan in dikevin ezmûna KPSS’ê. Puanên zêde distînin lê rasti astengiya ewlehiyê tên. Kesên di KPSS’ê de 85-95 puanan distînin di mulakattê de  jêrî 60 puanan distînin û tên bêjandin. Li vir xezpa nîjadî heye. Divê dewlet van astengiyan ji pêşiya welatiyan rake. Rezaleta mulakatê di asta herî jor de ye. Ji ber nasnameya Kurd, Emewî û muxalif rastî astengiyê tên."