Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin

img
AMED – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) ya Amedê 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşên li ser gelê kurd û wiha got: “Duh tiştekî me yên em winda bikin tune bû. Lê îro ger ku em li ber xwe nedin gelek nirxên me yên mezin ku em winda bikin hene. Divê her kes li berxwedana grevê xwedî derkevin." Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Kurdan heta niha serî netewandin. Dîsa diyar dikin ku çong danînin û dê li ber xwe bidin." 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê 5'emin Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan endam û rêveberên DBP'ê amade bûn. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hevseroka me ya KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide silavên xwe ji kongreyê re şandin. Tecrîda li ser Ocalan li ser gelê kurd tê meşandin. Îro girtî bi malbat û parêzerên xwe re dikarin hevdîtin bikin. Lê Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzêrên xwe re hevdîtin bike. Birêz Ocalan, rêberê gelê kurd e. Dewlet bê rûmetiyê li me ferz dike. Leyla Guven û hevalên me yên din carek din diyar kirin ku bê rûmetiyê qebûl nakin. 
 
'ME TU CARÎ ÇONG DANENÎ
 
Ozturk xwest hêzên demokratîk û gelê Tirkiye li dijî tecridê bêdeng nemîne û wiha got: "Tecrîd li dijî mirovahiyê bê rûmetî ye. Divê hemû kesên dibêjin 'ez mirov im' bêdeng nemîne. Ger ku tiştek bê serê hevala me Faşîzma AKP-MHP'ê berpirsiyar e. Gelê kurd her dem li ber xwe da. Rêberê Gelê Kurd heye. Em dê li ber xwe bidin. Serkeftin ya gelê kurd e. Yên bi bedena xwe li ber xwe didin serkeftin ya wan e. Gelê Kurd tu car çong danenî, ji niha û şûnde jî tu carî em çong û serî danînin û em dê li ber xwe bidin. 
 
'NIRXÊN ME YÊN MEZIN HENE' 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî anî ziman ku berxwedana Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Nasir Yagiz û li zindanan berdewam dike û wiha got: "Gelê kurd bi salan e bedelên mezin dide. Îro kurd di cîhanê de mirovên herî bi rûmet in. Berê tiştekî ku kurd winda bikin tune bû. Lê îro ger ku em li ber xwe nedin gelek nirxên mezin ên kurdan winda bikin heye. Ji ber vê yekê divê em bêtir li ber xwe bidin. Divê em xwe li dora berxwedana zindanan û çalakgerên di grevê de bikin xelek. Divê em vî barî tenê li ser milê Leyla Gaven û hevalên din tenê nehêlin. Ev pirsgirêka me tevan e. Divê gelê kurd bi seferberî li ber xwe bide. Nêzîkatiya Birêz Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e. Ji ber vê yekê tecrîdê giran dikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Niha li ser Tirkiye û gelê Rojhilata Navin tecrid tê meşandin. Navnîşana çaraseriyê Îmralî ye. Çaserî Birêz Ocalan e. 3 salin bi polîtîkaya tecrida girankirî dixwazin Kurdan têxin rêzê. Bila her kes baş zanibe çi dibe bila bibe kurd dê li dijî vê zilm û zordariyê li ber xwe bidin. Tu car teslîm nabin. Em vê zilmê qebûl nakin. Gelê Kurd heta niha çawa li ber xwe da, dê ji niha û şûnde jî li ber xwe bide."
 
Aslan cezakirina Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncel jî şermezar kir û anî ziman ku ew bi ser nakevin. 
 
Piştî axaftinan raporên xebatê û lêçûnê hatin xwendin. Piştî xwendina raporan kongre bi yek lîsteyê çû hilbijartinê. Ji bo hevserokên DBP'ê yên Amedê Revşen Karademîr û Garip Kandemir hatin hilbijartin.