Ji ber Gergerlîoglu bertek nîşan neda fezleke jêre amade kirin

img

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu ji ber bertek nîşanî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan neda, der barê wî de fezleke amade kirin. 

 
Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Parlamenterê Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu de bi sedema bertek nişanî Hevseroka Giştî ya  HDP'ê Pervîn Buldan nedaye fezleke amade kir. 
 
HDP’ê di 27-28'ê cotmeha 2018'an de li Otela Demîr a navçeya Sûrê konferansa “Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn"  pêk anîbu. Serdozger der barê Buldan bi îdîaya di konferansê de gotiye “…. Divê careke din pêvajoya aştî û muzakereyan dest pê bike. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê Birêz Ocalan tev li vê pêvajoyê bibe", “… Em hemû bawerî, nasname û mezhep careke din wê li ber xwe bidin û berxwedanê mezin bikin", " …Em baweriya xwe ya ku em tecrîdkirina Birêz Ocalan rakin û bi Birêz Ocalan re serdema nû bi hevre bi rêve bibin û belav bikin tînin ziman...." û bi van gotinan “Propagnada rêxistinê kiriye" fezleke amade kir. 
 
Gergerlioglu, têkildarî amadekirina fezlekeyê daxuyanî da û wiha got: "Ev fezlekeya hatiye amadekirin dê wekî "mohra reş" derbasî dîroka hiqûqa cîhanê bibe. Ev fezleke di hiqûqa Tirkiye de garabet e. Balkêş e di wê konferansê de min peyvek jî negot. Tenê sûcê min ewe ku min tenê li Seroka me Pervin Buldan guhdar kiriye. Dozger, bêdengiya min a li hemberî axaftina Pervin Buldan wekî ‘propaganda rêxistinê' pênase kiriye. "