Gulum a HDP’î: Tecrîd pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ye

img

AMED - Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, rexne kir ku rojavayê Tirkiyeyê bi awayekê baş xwedî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan ên li dijî tecrîdê dernakeve û got: “Lê di rastiyê ev tecrîd pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ye.”

Çalakiya grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roja diçe bi tevlîbûnên nû mezintir dibe. Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li girtîgehê dest pê kir û li derve berdewam dike, ket roja 91’emîn. Greva birçîbûnê ya 291 girtiyên dinav de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sehabat Tuncel, Parlementera berê Selma Irmak û Rojnameger Kîbriye Evren jî heyîn dewam dikin. Dîsan li gelek welatên cuda siyasetmedar ketine greva birçîbûnê û ev çalakiya wan berdewam dike.   
 
Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û  belavbûna çalakiya grevên birçîbûnê nirxandin.   
 
‘QANÛN TUNEYE’
 
Gulum, diyar kir ku tecrîd di warî hiqûqî de li dijî hemû qanûna ne û wiha axivî: “Ev pêkanîn li dijî hemû qanûne. Tirkiye niha hemû qanûnên xwe binpê dike. Ew mafê hemû girtî û hikûmxaran heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Lê rayedarên hikûmet û dewletê bi hincetên cuda hevdîtina bi Ocalan re asteng dike. Tu qanûn û cezayê dîsîplînê ne  ku ji bo hevdîtina parêzeran asteng bike. Dozên Birêz Ocalan ên li Ewropayê berdewam dikin hene. Ji ber vê jî divê bi pergalî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”
 
'DIVÊ ZEXT LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN'
 
Gulum, anî ziman ku ev 20 salin polîtîkayên tecrîdê li ser Ocalan tên meşandin û wiha got: “Bi Ocalan re girtiyên li Îmrliyê dimînin jî dibin tecrîdê dene. Êdî tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Ji vir û şûn de divê dadgehên navnetewetî yên mîna DMME û saziyên Konseya Awropayê bertekên xwe nîşanî tecrîdê bidin û zextê li Tirkiyeyê bikin. Li dijî tecrîdê bêdeng mayîn, tê wateya tecrîd erêkirinê.”  
 
‘NE TENÊ PIRSGIRÊKA GELÊ KURD E’
 
Gulum, da zanîn ku hikûmeta ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir, dixwaze pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer ji holê rabike û wiha bilêv kir: “Tecrîda heyî ne tenê pirsgirêka gelê Kurde. A rastîn tecrîd pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ye. Ji ber ku li welat aştî tune be, ne pêkane ku pêşiya  gelan vebe. Rêyên demokrasî û azadiyan venabin.  Heya ku li Tirkiyeyê şer berdewam bike, tu tişt nayê çareser kirin. Ji bo ku şer ji holê rabe dibê berî her tiştî tecrîd rabe û rêyên ji bo aştiyê bên vekirin. Dîsan li rojavayê Tirkiyeyê  bi awayekê baş xwedî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan ên li dijî tecrîdê dernakeve. Lê di rastiyê ev tecrîd pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ye.”
 
Gulum, dest nîşan kir ku ev pirsgirêk pirsgirêka hemû kesane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em pirsgirêka me hemûyane. Ji ber vê em ji bo dengên grevên birçîbûnê bibin deng.”
 
MA / Ozgur Paksoy – Mahmet Şah Oruç