Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye

img

DÎLOK –  Wê Partiya Saadetê (SP), li Dîlokê bi namzetê xwe têkeve hilbijartinê. Serokê SP'a Dîlokê Mehmet Îslam got: "Wê 31'ê Adarê, ji bo AKP'ê hilbijartina dawî be." 

Partiyên siyasî nazmetên xwe yên ji bo Şaredariya Mezin a Dîlokê aşkere kirin. Namzeta AKP-MHP'ê Fatma Şahîn, namzetê CHP-Îyî Partî Ejder Demîr e. HDP'ê, ji bo Şaredariya Mezin a Dîlokê namzet aşkere nekir û diyar kir ku ew ê di vê hilbijartinê de piştgiriyê bide namzetê DSP'ê Celal Dogan. Lê belê hîn Partiya Saadetê (SP) namzetê xwe aşkere nekiriye. Serokê SP'a Dîlokê Mehmet Îslam, destnîşan kir ku ew ê bi tena serê xwe têkevin hilbijartinê. 
 
Dihat gotin wê SP, li Dîlkê piştgiriyê bide namzetê DSP'ê Celal Dogan. Lê belê Îslam, bilêv kir ku ev yek ne rast e û ew ê namzetê xwe bi raya giştî re parve bikin. Îslam, anî ziman ku ew ê di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredariyên li Dîlokê yên di dest AKP'ê de bi dest bixin. 
 
‘EM Ê JI AKP'Ê BISTÎNIN' 
 
Îslam, diyar kir ku navenda giştî ya partiyan wan civîn çêkiriye û di civînê de biryar hatiye girtin ku ew ê li Dîlokê bi tena serê xwe têkevin hilbijartinê. Îslam, da zanîn ku namzetên wan ên navçeyan û şaredariya mezin hema bêje hemû diyar in û got: "Li Dîlokê armnaca me destkeftiyên mezin in. Ji bo em bi ser bikevin em ê pir bixebitin. Em ê rêjeya dengê xwe bilind bikin û şaredariyên li Dîlokê yên di dest AKP'ê de bi dest bixin. Em ji bo serketinê dikevin hilbijartinê. Em ê ji bo AKP'ê namzetekî baş nîşan bidin. lê belê texdîr aa gel e. Em ê bi namzetên durist tev bigerin." 
 
‘NELIRÊTÎ, DEYN HENE LÊ XIZMET TUNE YE' 
 
Îslam, bi bîr xist ku namzetên AKP'î di her seçimê de soza gelek projeyan dididin, lê belê 15 sal in AKP Dîlokê bi rê ve dibe lê sozên xwe bi cih nayne. Îslam, destnîşan kir ku yek ji şaredariyên herî deyndar jî Şaredariya Mezin a Dîlokê ye û got: "Ev qas deyn heye, lê li holê xizmet tune ye. Di raporên Dîwana Muhasebetê de, nelirêtiyên li Şaredariya Mezin a Dîlokê derketin holê. Namzetên AKP'ê dibêjin em misilman in, lê belê li ber nelirêtiyan xwe li nedîtinê datînin. Ev nakokiyeke mezin e. Ji dêvla kesên nelirêtî kirine ji peywirê bên girtin, kesê raporên Dîwana Muhasebatê amade kirine ji peywirê girtin.  Yanî xwestin ser sûcên xwe bigirin. Li gor me, hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye."