Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, diyar kir ku stratejiya wan a hilbijartinê kesên bê biryar û xeyidî ne xist nava tevgerê û der barê pêvajoya piştî hilbijiartinê de jî wiha got: "Dibe ku em di 2021'an de dîsa biçin hilbijartina pêşwext. Salên 2019-2020'an dê pir bi aloz û pêl derbas dibe. Emrê rejîmê 2021’an derbas nake. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, li meclîsê bi komek rojnameger re li hev kom bû û pirsên rojnamegeran bersivand û geşedanên rojevê nirxand. Temellî, bal kişand ser gotina Wezîrê Karên Hundir a Suleyman Soylu ku ji bo meşa HDP’ê ya Stenbolê ya ji bo piştevaniya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 98 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye gotibû “Ez wan bidim meşandin ne zilam im" û wiha got: “Em wekî HDP nakevin nava van niqaşan. Ev nêzîkatiyek pir zayendperestî ye. Ji xwe wezîrekî ku aqilê wî ji wisa ye. Her roj nîşan didek ku ji nirxê mirovahiyê bêpar e." 
 
Temellî, der barê tenduristiya Guven de jî agahî da û got: “Li gorî agahiyên dawî bi zorê li ser piyan radewiste. Pir zû di weste û teqetê çongê wê nemaye. Tenduristiya wê xera dibe. Em dixwazin daxwazên wê pêk bên û çalakiyên grevê bi dawî bibin. Tişta Leyla dixwaze heman tiştên ku di zagonan de hene. Ne daxwazek dijzagonî ye. Em dixwazin li gorî hiqûq û zagonan tev bigerin. Parêzerên Brêz Ocalan ji bo biçin Îmraliyê 787 caran serlêdan kirin. Lê hemû serlêdan hatin redkirin. Brêz Ocalan 8 salin nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Çalakiya Leyla Guven û çalakiya kesên li dervê welat, li Zindana Kandira Sebahat Tuncel, Selma Irmak û bi sedan girtiyên din çalakiyên xwe berdewam dikin. Çareseriyê daxwaz dikin." 
 
'HEVDÎTIN NAYÊ WATEYA DAWÎKIRINA TECRÎDÊ' 
 
Temellî, pirsa rojnamegeran a der barê hevditina Mehmet Ocalan a di 12'ê Çile de li Îmraliye bi Abdullah Ocalan re pêk anî jî bersivand û wiha berdewam kir: "Brêz Ocalan tu daxuyanî nedan. Şiklê hevdîtinê helwesta Îktîdarê ya li dijî çareseriyê nîşan dide. Ev ne hevdîtina malbatê ye. Di bin venêrtina polîs û eskeran de ev hevditin pêk haitye. Birêz Ocalan jî diyar kir ku ev hevditin nayê wateya tecrîd bi dawî bûye. Tenê diyar kiriye ku tenduristiyawî baş e, lê bi vê hevditinê muxatabek dernakeve holê. Ger ku tecrîd bi dawî bibe grev jî dê bi dawî bibin. Bang dikin ku dawî li grevê binîn. Ev bangên wîcdanî û mirovî û hestiyarî ne. Lê divê ev têkilî di cemaweriyê de rast bê pênasekirin. Em hemû dixwazin dawî li greva birçîbûnê bê. Lê ji bo vê yekê jî divê tecrîd bi dawî bibe. Daxwaza çalakgeran dawîlêhatina tecrîdê ye. Vîna xwe danîne holê. Ger ku em dixwazen çalakî bi dawî bibe wê demê divê em daxwazên wan jî pêk bînin. Ez dixwazim bang li cemaweriya Tirkiye bikim. Divê em li dijî tecrîdê tiştekî bêin. Li girtîgehên Tirkiye gelek îhlalên mafên mirovan hene. Daxwazên girtiyên ku ketine grevê pêk nayên. Em nexwazin ji dibe ku li girtîgehan kes jiyana xwe ji dest bidin. 
 
'AŞKERE HÎLEYAN DIKIN'
 
Temellî, pirsên der barê hilbijartinê de jî bersivand û diyar kir ku şensa wan ku ew li Mêrsîn û Edene şaredaiyan bi dest bixin pir e. Temellî, bal kişand ser parastina sindoqan ji û wiha got: "Em û partiyên muxalif dê bi hevre xebatekê bimeşînin. Bi taybetî em de hîle û lîstikên li herêmê li ber çavan bigirin. Di nava karê lîstika hilbijartinê de YSK, walî, qeymeqam hene. Aşkere hîleyan dikin. Heta niha me zêdeyî 40 hezar hilbijêrên sexte tespît kir. 
 
 
Temellî, bal kişand ser rewşa piştî hilbijartinê û wiha bi dawî kir: "Tişta ku hikumet dibêje pêşeroja dewletê, pêşeroja îktîdar û rejîmê ye. Îktîdar pêşeroja xwe wekî pêşeroja dewletê pênase dike. Dibe ku em di 2021'an de dîsa biçin hilbijartina pêşwext. Salên 2019-2020'an dê pir bi aloz û pêl derbas dibe. Emrê rejîmê 2021’an derbas nake." 
 
MA / Dîren Yurtsever