Namzeta HDP'ê ya Serokatiya Meclîsê Serpîl Kemalbay e

img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay dê bibe Namzeta Serokatiya Meclîsê ya HDP'ê. 
 
Piştî ku Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim bû Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji wezîfeya xwe îstîfa kir, ji bo serokek nû yê Meclîsê bêbijartin partî namzetên xwe diyar dikin. HDP jî namzeta xwe eşkere dike. HDP'ê li ser namzetiyê nîqaş birêve bir. Di civînên HDP'ê de biryar hat girtin ku Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay bike namzeta Serokatiya Meclîsê. Serlêdana namzetiya Kemalbay dê îro saet di 15.00'an de ji aliyê heyeta serokatiya Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan ve radestî Serokatiya Meclîsê bê kirin.