Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye

img

ÎZMÎR – Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku ew ê li Herêma Egeyê li hin bajaran bi namzetên xwe têkevin hilbijartinê li hin herêman jî piştgiriyê bidin hêzên demorasiyê. Çepnî, destnîşan kir ku taktîka sereke ya partiya wan xwe dispêre paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê. 

Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re hindik ma. Piştî partî lîsteya namzetên xwe radestî desteyên hilbijartinê yên navçe û bajaran bikin, wê di 3'yê Adarê de lîsteya teqezbûyî ta namzetan aşkere bibe. HDP jî di vê hilbijartinê de bi stratejî û taktîka ku li herêmê şaredariyan bi dest bixe û li rojavayê welat jî bi tifaqa AKP-MHP'ê bide windakirin. Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, der barê xebatên li herêma Egeyê de axivî. 
 
Çepnî, hemû hewldanên tifaqa AKP-MHP'ê ew e ku xebatên HDP'ê û hêzên demokrasiyê asteng bike. Çepnî, bilêv kir ku ev îtifaq polîtîkaya xwe li ser "meseleya bekaya dewletê" ava kiriye. Çepnî, destnîşan kir ku di asasê xwe de ne dewlet hikûmet bi pirsgirêka bekayê re rû bi rû maye û got: "Hikûmet li hemberî HDP'ê û hêzên demokrasiyê polîtîkaya dijminatiyê û terorîzekirinê bi rê ve dibe. HDP jî ji bo van polîtîkayan berteref bike hem xebatên xwe yn hilbijartinê lezandiye hem jî projeya demokratîk, gelparêz, ekolojî, jin û ciwanan vedibêje. Tevî hemû hîle û xurdeyan jî xebatên me bênavber didomin. Em di atmosfereke wisa de li dijî faşîzmê têdikoşin. Loma mesele tenê ne 31'ê Adarê ye. Wê têkoşîn piştî pêvajya Adarê jî dewam bike." 
 
Çepnî, bilêv kir ku di vê çarçoveyê de stratejiya wan ew e ku li bajarên kurda şaredariyên hatine xespkirin bi dest bixin, hejmara şaredariyan zêde bikin û li rojavayê welat jî piştgiriyê bidin hêzên demokrasiyê. 
 
‘ME LI 20 BAJARÎ PEYMANA BAJÊR ÇÊKIR' 
 
Çepnî got: "Wekî Koma Bangawaziyê ya Demokrasiyê, me li bajaran hevdîtin bi hemû hêzên demokrasiyê re çêkir. Di çarçoveya van hevdîtinan de me li 20 bajarî hevdîtinên demokrasiyê li dar xistin. Di van hevdîtinan de tenê me pirsek ji hêzên ked û demokrasiyê pirsî: 'Hûn rêveberiyeke herêmî ya çawa dixwazin?' Li ser bersivên hatin dayîn me Peymana Bajêr çêkir. Me li gor Peymana Bajêr namzet diyar kirin. Armanca me ew e ku em mislixa rantê ya AKP-MHP'ê bigirin û faşîzmê bi paş ve bixin. Taktîka sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye." 
 
NAMZETÊN 4 BAJARAN HATIN DIYARKIRIN 
 
Çepnî, diyar kir ku piştî van hevdîtinan wan biryara daye ku li navenda bajêr û navçeyên Îzmîr û Aydinê wekî partî namzet nîşan nedin. Çepnî, anî ziman ku ew ê li van bajaran wekî endamên meclîsa partiyê têkevin hilbijartinê. Çepnî, da zanîn ku ji xeynî van navendan wan li Balikesîrç Alî Kenanoglû, li Mûglayê Dîlek Dobrûcali-Mehmet Polat, li Denîzliyê Şerîfe Yildirim-Mûsa Aydin, li Manîsayê Nacî Sonmez-Hatîce Aslan kirine namzetên hevşaredariya mezin û li ew ê li navçeya Datça, Kavaklidere û Yatagan ên Mûglayê jî piştgiriyê bidin hêzên demokratîk. 
 
NAMZETIYA NACÎ SONMEZ 
 
Çepnî, ji bo namzetiya Nacî Sonmez jî got: "Wexta navê Fîkrî Sonmez tê bilêvkirin, tecrûbeya wî ya li Fatsaya Ordûyê, beşdarbûyna gel a ji bo rêveberiya herêmî, birêvebirina şaredariyê ya ji aliyê meclîsên gel, nêzîkatiya peywirdaran a ji bo gel tê bîra mirov. Lê mixabin li girtîgehê hat kuştin. Niha kurê wî Fîkrî Sonmez ji partiya me namzetê Manîsayê ye û ev yek heyecenekê peyda dike. Namzetiya wî Fatsayê tîne bîra mirov. Niha ew bi ruhê Fatsayê li Manîsayê ye." 
 
Çepnî, destnîşan kir ku ew ê di xebatên xwe yên li herêma Egeyê de bernameya demokrasiya herêmî ya HDP'ê ji gel re vebêjin û ew ê di 31'ê Adarê de bi ser bikevin.