Kemalbay: Krîzeke aborî ya sergirtî heye

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di civîna koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser polîtîkaya perwerde û aboriyê ya hikumetê, aşkera kir ku çawa ku di pewerdeyê de rewşek baş tune, di aboriyê de jî rewş ne baş e û got ku krîzeke sergirtî heye.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay di civîna koma partiya xwe de axivî û der barê mjarên di rojevê de agahî da. Kemalbay destpêkê êrîşa bombeyî ya berî 12 salan li dijî Pirtûkxaneya Umutê pêk hatibû bi bîr xist û aşkera kir ku Serfermandarê Giştî yê wê demê Yaşar Buyukanit êrîşkar wekî "zarokên baş" dabû nasîn û piştrast kir ku dixwazin darizandina êrîşkaran asteng bikin.
 
'RÊVEBERIYA LEŞKERÎ EW QAS BI SER NEKET'
 
Kemalbay da zanîn ku duh salvegera Saziya Bilind a Hîndekariyê (YOK) bûye û wiha axivî: "YOK di sala 2002'yan de bi armanca dê li dijî hemû wesayetan tê bikoşe, hat avakirin lê di nava demê de hemû tişt xist bin destê xwe û bû wekî saziyeke qedexeyê. Pêkanînên YOK'ê di serdema AKP'ê de hêj berfirehtir bûn. Mamosteyên ku hilberîna zanyarî pêşniyar kirin ji derveyê ayetên şeytanan tu tişt ji bo wan nehat pêniyarkirin. Rewşa ku zanîngeh hatinê ev e. Rêveberiya leşkerî ya di 6'ê Mijdara 1981'an de zanîngeh xistin bin kontrola xwe jî ew qas tişt pêk neanîbûn. Tasfiyeya perwerdeya zanyarî ya îro, ji dûrxistina akademîsyenan a bi rêya KHK û OHAL'ê ya ji zanîngehan e. Mirov nikare qala perwerdeya zanyarî ya li zanîngehan bike."
 
‘DESTHILATDARÎ LI ZAROKAN NAFIKIRE’
 
Kemalbay da zanîn ku di serdema AKP'ê de dem dem pergala perwerdeyê hatiye guhertin û herî dawî ezmûnên TEOG'ê jî hatine rakirin û di vê der barê de jî ev tişt got: "Pergala perwerdeyê li ber rûxandinê ye. Îro jî desthilatdariya AKP-Qesrê di bin navê guhertina pergalê de guhertinan pêk tîne, lê di her demê de îflas dike. Desthilatdarî li zarokan nafikire."
 
Kemalbay got ku "Cihê ku bijangan çêkir, çav derxistine, aborî di dema herî xirab da ye" û wiha pê de çû: "Wekî ku rayedarên hikumetê dibêjin rewşa aboriyê qet ne baş e û ya rast krîzeke sergirtî heye. Em vê yekê di zeman de dibînin. Her tişt gelek biha ye. Her roja ku derbas dibe bêkarî zêde dibe. Lê wekî ku qet yek ji van jî tunebe, dibêjin ku 'em mezin bûn'. Em bi desthilatdariyeke wiha re rû bi rû ne. Ev çawa mezinayî ye, hûn bi çi pesnê xwe didin."