Onder: Tu tişt bi qasî êrîşa cenaze bi min giran nehat

img

ENQERE -Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, ku bû şahidê êrîşa li dijî cenazeyê Hatun Tugluk, diyar kir ku di dîroka vî welati de bûyerên Dersim, Çorum, Sêwas, Mereşê hene û wiha got: "Lê tu bi qasî êrîşa li dijî cenaze bi min giran nehat. Şaşbûna me ya li hemberî vê yekê xamtiya me ye." 

Di 13'ê Îlonê de li dijî cenazeye dayîka Alîkara  Hevseroka Girştî ya HDP’ê Aysel Tugluk Hanim Tugluk êrîş pêk hatibû. Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ku ji destpêkê heta dawî bû şahidê êrîşa li dijî cenaze, hêj bandora êrîşê ji ser xwe neavêtiye. Onder ku heta 3 rojan neçû mal û cilê xwe neguhert, çavdêrî û polîtikayên hikûmetê ji Ajansa Mezopotamya re vegot. 
 
‘BIZIN BIÇE KU KAR JÎ DIDE DÛ'
 
Onder, diyar kir ku ev ye bûyera yekem e û li hemberî vê yekê zêde matmayî nemane û wiha got: "Her kes wekî bûyerek nû ye û nû pêş dikeve dinirxîne û şirove dike. Ew qas jî ker û kor nabe. Ez îtîraf bikim ez jî yek ji van kesan bûm. Lê dema mirov difikire dîroka me bi bûyerên wisa tije ye. Hewce nake mirov pir bi kûrahiya dîrokê ve biçe. Tişta bi serê cenazeyê Dayika Taybet de hatin hêj li ber çavan in. Cenazeyên zarok di sarincê de hatin veşartin. Cenaze li pey panzerê hatin kaşkirin. Dîroka me bi bûyerên wisa tije ne. Divê kesên li ser vê axê dijîn bi bûyerên wisa şaş nebin. Min jî got ma mirov ji goristanê tên derxistin? Ma xerabiyek wisa dibe? Lê em dibînin ku vay dibe. Bizin diçe ku kar jî dide pey." 
 
‘MIN GOT HATINE OXİR BIKIN'
 
Onder, çavdêriyên xwe yên wê şevê wiha got: “Ji ber Aysel Xanim dereng gihişt cemxaneyê definkirina cenaze jî dereng ma. Ji ber cenaze ma şevê êrîşa li dijî cenaze hezankir kir. Me fam nekir ku kesên li tenişma me dost e an êrîşkar e. Dema me darbesta Pîra xatun daxist gorê, Dede dest bi erkânê dikir... Min dit ku ji gund çend kes li ser gorê nke. Ew ne ji cemaata cenaze bûn. Ez pir hestiyar bûm. Min got çixweş e ji gund hatine tev li merasimê dibin. Lê dema dest bi erkânê kir, kesekî dest bi çêrên qirêj kir. 
 
'EZ BÊ HAL BÛM'
 
Ez bi van çêran tevizîm û bê hal bûm. Min ewil got gelo ev nifir û çêr li dijî cenaze ne, an jî li dijî pergalê ye. Min fam nekir. Piştre gotin li vir cih ji kurdan re tune. Kesên ji cemxaneyê bên li goristana misilmanan nayên defin kirin. Dola Ermeniyan... Dema wisa çêr kirin min got belkî meczupe. Min got ev bi rêxistin kirin û şandin. Min got ji bo ku hinek li wî bidin û wî bikujin piştre bêjin bine êrîşî gundî kirin û cenazeyê wî şandin gund. Piştre ez çûm cem wî. Min got tu çi dibêje? Dema ez çûm cem wî min fam kir ku koma ji 15-20 kesan li dora w-î kom bûne, li pişt wî ne. Em ketin nava hev. Piştre polîs hatin. Lê polîsan ew dûr nexistin. 1,5-2 metre li pêş me bûn. Mirov ji cihên cuda dihatin. Bi traktoran hatin. Pişti traktorê maşînê kar anîn û kepçe anîn." 
 
TUGLUK: EM NIKARIN TESLÎMÎ VAN HOVAN BIKIN'
 
Onder anî ziman ku di vê kêliyê de gor bi axê tije kirin da ku zerar negê cenaze û gorê û wiha got: "Lê her ku dem derbas bû zêde bûn. Hêjmara wan 100 kes derbas kir. Çêr û gotinên qirêj ku mirov nikare li vir bêje, qêriyan. Gotin 'Em dê bi şev bên vir û em dê nizanim çi li miriyê we bikin'  Aysel jî bû şahidê vê yekê. Ji xwe Aysel pir xemgîn bû. Li hemberî vê dîmenê got 'Ez nikarim dayika xwe teslîmî van hov û barbaran bikim' Me jî got temam. Me got em bişînin warê pir û kalê wê."
 
'MIROV NIKARE MORIYAN TESLÎMÎ VAN HOV Û HIRCAN BIKE' 
 
Onder, destnîşan kir ku piştî vê bûyerê Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu hat û got ‘Ez dê ewlehiya wê biparêzim' Lê em bi saetan li wan geriyan hemû bûn dîwar û derî. Ez li Pervin û Mithat Hoca xeriyam. Min got bigerin li vir em rastî lîncê tên. Lê tu rayedarekî jî bersîv nedan telefonên me. Piştî her tişt tev li hev bû, hêj nu wezîr hat. Got 'Hewce be ez dê nobetê li ser bigirim' Lê me got tu şevekê nobet bigire, lê piştre dê çi bibe? Mirov nikare saxî û miriyan teslîmî van hirç û hovan bikin. Mirov moriyekê jî teslîmî van hovan nake. Malbatê jî got qet tiştekî wisa ne pêkan e. Em dê cenazeyê xwe bibin Kurdistanê defin bikin. Fikra me jî ev bû. Ewil kurd ji cih u warên wan kirin û wekî karkerên bi keda erzan dixebitin kirin hemalê xwe. Lê kurd li vir jî bûn hedefa nijadperestan. Li Rojva hemalên kedkar ên kurd ava kirin û kirin penaber" 
 
Onder, da zanîn ku tenê ji navçeya Eyyubiye 200-300 hezar karkerên demsalî berê xwe didin Nevşehir û Nigdeyê û li vir hemaliya wan dikin. Diçin Derya Reş û hemaliya findiqan dikin. Diçin Egeyê hemaliya tiri dikin. Li her derê karkerên kurd hemaliya wan dikin. Hir her derê heqê karkeran 100 TL ye, Lê yê kurdan 50 Tl ye. Niha karkerên Sûriyeyî hene. Wan jî bi nanozikê dixebitînin. Piştre gefa "Ger ku tu bi 50 TL naxebite karkerên bi 20 TL bixebitin hene. Karkeran neçarî keda erzan dikin û karkeran bi karkerên din dikin kole û bi koletiyê razî dikin. Piştre karker dibin hedefa êrîşan û rastî lîncê tên." 
 
Onder, anî ziman ku yên li Încekê rûdinên jî 5-10 salin li vir in û wiha got: "Ewil çeteyên rantê axa vir dagir kirin. Pitre li herêmê îmar ava kirin. Ewil dolima axê bi 600 Tl ji gundiyan stendin. Lê niha me ji bo goreke 2 metrekare bi 600 lira kirî. Piştre gelê Încekê li ser axa xwe bûn emele. Ewil mirovan dikin emele û hemal û piştre êrîşî kurdan dikin. Kesên lînc dikin jî nayên cezakirin. Heta niha yên êrîş kirine yek jî nehatiye cezakirin. Polîsên çûne wir jî pişta wan miz daye." 
 
'TU TIŞT BI MIN EW QAS GIRAN NEHAT'
 
Onder, anî ziman ku piştî vê bûyerê bi rojan neçû malê û pûç bû. Onder, da zanîn ku heta niha gelek caran rastî êrîşên lîncê hat, lê tu carî wisa rastî êrîşek giran nehat. Heta niha gelek caran xwestin me bikujin. Hevalên me kuştin. Hemû çêrên qirêj li me kirin. Lê tu carî bi qasî niha bêhna min ne çikiya û bi min giran nehat. Dîroka me bi van êrîşan tije ye. Em behsa civakek xam nakin. Em nabêjin hûn pir erdem bûn çi bû hûn bûn hoav. Di dîroka vî welatî de êrîşên Sêwas, Mereş, Dersim, Çorum  heye. Ger ku yên li saxan wisa bikin dê li miriyan jî wisa bikin. Hemû ji hev ne serbixwe ne. 
 
TIRKBÛNÎ DI BIN HACIRÊ DE YE
 
Onder, destnîşan kir ku tirkbûnî di bin hacîrê de ye û wiha lê zêde kir: "Bi xwarinê, hamasetê, dijminantiyê dîl girtine. Tenê dijminantiya li dijî kurd, ermenî û elewiyan serbest e. Lê li dijî van êrîşan ji bilî berxwedan û serbilindiyê tu şensên din tune ye. Ger ku em bitirsin û xwe paşve bikişînin em dê nikaribin ji malên xwe derkevin. Piştî bûyerê kesên nijadperest li min geriyan û giriyan. 3 kesên wisa bifikirin dikarin tariya 300 hezar kesan belav bikin. Divê gora cihê Hatun Tugluk bibe bîrdariya Şermê. Ev der bû warê ku mirov di gora xwe de hat naletkirin. Piştî komkjiya Mereşê carek din ez di Mereşê re derbas nebûm. 
 
TENÊ NIVÎSKARÊN  AMÛRÊN ŞER ŞÊRÎN DIKIN
 
Onder, herî dawî anî ziman ku dema dîroka şerê cîhanê dixwîne, heta niha qet nedîtiye ku tu nivîskar, zanyar, helbestvan û rewşenbirî pesnê amûrên şer daye û wiha got: "Heta niha ku nivîskar û rewşenbirî negotiye "Ev bombeya atomê çiqas baş e û balafirên şer çi xweşik bombeyan dibarînin. Lê di salek dawî de li vî welatî bi sedan nivîskarên vî welatî pesnê van SİHA û ÎHA yên mirovan dikujin didin. Ev dûrketina ji mirovahiyê ye. Ev makîneyên kuştinê ne. Ev şerma herî mezin e." 
 
MA / Kenan Kirkaya