Temellî ji Bismilê bang kir: Em 31'ê Adarê diçin ser sindoqan

img

AMED - Hevserokê Giştî ye HDP'ê Sezaî Temellî, li Bismilê li gel baran û gijlokê bi hezaran re hat cem hev tev li mîtîngê bû. Temelli, anî ziman ku ew dê di 31'ê Adarê de bersîvek xurt bidin îktîdarê û wiha got: "Em dê biçin ser sindoqan. Wê HDP û demokrasî ji sindoqan derkevin. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, di çarçoveya  xebatên hilibjartinê de li navçeya Bismilê bi gel re hat cem hev. Temellî, li gel baran û gijlokê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Dema karwana HDP'ê ket navçeya Bismilê, girseyê heyet bi def û zurneyan pêşwazî kir. Tevî baran û zîpikê bi hezaran Bismilî li Qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz gel silav kirin.Parlamenterên HDP'ê û Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen jî dev li mitîngê bûn. Gel di mîtîngê de bê navber dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" û "Leyla Guven rûmeta me ye" "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindana"  berz kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî piştre derket ser dikê û gel silav kir. 
 
Temellî anî ziman ku Leyla Guven 140 rojin li dijî teridê di grevê deye û 140 rojin li vî welatî li dijî bê hiqûqî û bê edaletiyê têdikoşe. Temelî, da zanîn ku li Hewlerê Naiır Yagiz û li hemû deverên cîhanê hevalên wan li dijî tecrîdê di grevê de ne û wiha got: "Dixwazin tecrid bi dawî bibin. Dixwazin ev bê hiqûqî û bê edaletî bi dawî bibe. Em ê nemirin, emê bijîn û li ber xwe bidin têbikoşin. Heta tecrida li Îmraliyê bidome, edalet û hiqûq naye vî welatî. Em dibêjin bila tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin Birêz Ocalan bi rêk û pêk bi parêzer û malbatna xwe re hevdîtin bikin. " 
 
 
EM Ê LI VÎNA XWE XWEDÎ DERKEVIN Û BIÇIN SER SINDOQAN
 
Tememllî, herî dawî xwest her kes biçin ser sindoqan dengê xwe bidin, bibim muşahîd û li deng û sindoqan xwedî derkevin. Temelî, xwest her kes bi hevre li sindoqan xwedî derkevin û xwest teqez her kes biçin dengê xwe bidin. Temeli, anî ziman ku di vê hilbijartinê de gel û HDP wê bi ser bikevin û demokrasî wê bi ser bikeve. 
 
Temellî, piştî mîtînga Bismilê ji bo tev li mîtînga Farqînê bibe ber bi Farqînê ve ket rê.