Kerestecioglu: 31'ê Adarê dikare deriyê demokrasiyê veke

img

ENQERE - Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Çankaya Fîlîz Kerestecioglu, xwest her kes di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan dengê xwe bavêjin û wiha got: "Hilbijartina 31'ê Adarê ya herêmî dikare deriyê demokrasiyê veke. Dikare bibe wesîleya ku Tirkiye bêhnê bistîne." 

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Çankaya ya Enqereyê Filiz Kerestecîoglu, der barê girîngî û wateya hilbijartina 31'ê Adarê de axivî. Kerestecîoglu, anî ziman ku cihê HDP lê namzetan dernexe dê bi endamtiya meclîsa şaredariyan tev li hilbijartinê bibin û rê li pêş tevlêbûna pir alî ya demokrasiyê vekin. Kerestecîoglu xwest her kes ji bo demokratîkbûna Tirkiye biçin ser sindoqan. Kerestecîoglu, bal kişand ser coş û biryara gel a di pîrozbahiya Newrozê de û wiha got: "Gel di Newrozê de biryara xwe da. Gel got 'Em li vir in. Gotin em dê şaredarên xwe yên girtî û parlamenterên xwe yên girtî jî hembêz bikin. Pir aşkere gotin 'Em dê li vîna xwe xwedî derkevin. Em dixwazin encama ku di Newrozê de derket holê, di hilbijartinê de bigînin lûtkeyê. Ji ber vê yekê bi taybetî ciwan û divê her kes biçin ser sindoqan. Îro siyasetmedar, rojnameger di girtîgehê de ne. akademisyen ji kar tên avêtin û tên girtin. Hemû hêzên muxalif wekî astengiya li pêş bekaeyê dibîne. Ji ber vê yekê ji bo Tirkiye bêhn bistîne divê her kes biçe ser sindoqê û gavan bavêjin. 
 
‘DIVÊ DI RÊVEBERIYA HERÊMÎ DE EM VENÊRTIYÊ BIKIN'
 
Kerestecîoglu, anî ziman ku li Çarkaya her bawerî, nasname û ji her fikrê mirov dijîn. Keresteçioglu, da zanîn ku ji bo HDP’ê deng ji her kesî dixwazin û wiha got: "Pêdiviyê Çankaya pir in. Em ê navendên çandê, kreşan, stargehan, zêde bikin. Em dê navendên agahniyê ku xwendekar belaş jê sûdê bigirin ava bikin. Projeyên me bêtir hevî û baweriyê didin. Li Çankaya herefa me ya herî mezin em qada ji sedî 30 daristan û qada şînahiyê biparêzin. Em dê venêrtina qada kesk bidin. Endamên meclîsê dê venêrtiya vê yekê bikin. Em dê venêrtinê ji destên xwe bernedin." 
 
‘EM DÊ BI SER BIKEVIN'
 
Kerestecîoglu, anî ziman ku îktidara 17 salin bi rêve dibe tu tişt li welat zêde nekiriye û wiha got: “Hewl didin HDP’ê kriminalize bikin. Îro hemû kesên heta niha ne li cem HDP’ê bûn êdî vê rastiyê dibînin. Êdî keştiya îktîdarê noqî avê bûye û em ê bi ser bikevin." 
 
‘JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE EM BIÇIN SER SINDOQAN' 
 
Kerestecioglu, xwest ji bo demokratîkbûna Tirkiye teqez her kes biçin ser sindoqan û wiha bi dawî kir: "Ji bo Tirkiye bêhnê bistîne divê di hilbijartina 31'ê Adarê de her kes biçin ser sindoqan û li vîna xwe xwedî derkevin. Biçin dengê xwe bidin demokrasiyê ku Tirkiye bêhnê bistîne."  
 
BI HEZARAN MIROV DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NIN 
 
Kerestecîoglu, herî dawî bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Îktîdar çi dibêje bila bibêje ev yek zêde zorê li wan dike. Nikarin ji bin vî barî derkevin. Divê teqez girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin. Ewil Leyla Guven bagn kir û xwest Komara Tirkiye zagon û hiqûqa xwe pêk bîne. Divê Tirkiye tecrîdê bi dawî bike. Malbat û parêzer karibin biçin Îmraliyê û bi girtiyan re hevdîtin bikin. Em hêvî dikin ku kesên din jiyana xwe ji dest nedin." 
 
 
MA / Dîren Yurtsever