Tanrikulu MST TV vegot: Her zilm zêde bibe xerabtir dibe

img

ENQERE - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, ku bi riya MST TV binpêkirinên mafên mirovan anîn ziman, diyar kir ku hem medya û hem daraz gelek xerab bûye û wiha got: "Her ku zilm zêde dibe pêşketin zûtir xerab dibin."  

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û zêdebûna binpêkirina mafên mirovan û xebatên medya alternatif ku bi riya medya civakî wekî MST TV vekir. Tanrikulu, bi navê MST TV (Televîzyona Dengê Mexdûran, Dengê Mazluman" patent girt û tescil kir. Tanrikulu, her rojê duyemê weşanê dike û xwe digîne hezaran kesan. Bi vê yekê binpêkirinên mafan ku di medya hawiz de tune bi raya giştî re parve dike. Tanrikulu, diyar kir ku piştî OHAL hatin îlankirin gelek televîzyon û ajans hatin girtin û medya êdî bi yek zimanî weşan kir. Tanrıkulu, anî ziman ku niha tenê bi riya medya civakî ev yekdengiya tê şikandin. Tanrikulu, têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û armanca xebatên MST TV nerînên xwe parve kir. 
 
Tanrikulu, destnîşan kir ku zêdeyî 2 salin bi destê AKP'ê medya tê asteng kirin û mêvanên tev li televîzyonan dibin hatine bi sînor kirin û ji tevlêbûna bernameyen televîzyonan bêpar tên hiştin û wiha got: "Em siyasetmedar in. Divê em fikrên xwe bi civakê re parve bikin. Rêya vê yekê jî medya ye. Lê li Tirkiye rewşa medya li ber çavan e. Bi taybetî piştî OHAL'ê hemû rêxistinên çapemeniyê yên medya muxalif hatin girtin û bêdeng kirin. Gelek televizyon hatin girtin. Medya navendî ku zêdeyî 2 salin bi destê AKP'ê tê kontrolkirin û sînorkirin, mêvan jî tên bi sînorkirin û bijartin. Em ji tevlêbûna televîzyonan bêpar hatin hiştin. Lîsteya parlamenterên CHP'ê yên ku beşdarî televîzyonan nebin ji kanalên tv yan re hatine şandin. Bi qasî ez dizanim di nava wan lîsteyan de ez jî heme. Ji bo siyasetmedarekî medya gelek giring e. Ji bo karibe dengê xwe bigîne welatiyan û hilbijêran girîng e. Piştî komîsyona darbeyê ev fikir bi min re pêş ket." 
 
Me xwest di komîsyona darbeyê de wekî 3 partiyên muxalefet CHP, HDP û MHP diyar kir ku gelek karê komîsyona darbeyê heye û xwest ji bo welatî zanibin li pişt darbeyê çi heye nihaş bi riya televîzyonê bên kirin. Me xwest ev niqaş ji hemû televîzyonan re vekirî bin. Ger ku nebe jî me xwest li ser Meclis TV bê meşandin. Lê ev daxwaza me hat redkirin. Piştî ev daxwaza me hat red kirin min jî li ser hesabê xwe yê medya nerînên xwe yên komîsyonê bi weşanê parve kir. Hemû saziyên çapemeniyê jî axaftinên min kirin nûçe û belav kirin. Yên weşana min zindî dan jî hebûn. Piştî min li Musteşarê MÎT'ê yê berê Emre Taner guhdar kir û şûnde min ew axaftina wî 4 saetan zindî da. Piştre AKP'iyan weşana min qedexe kir. Di rastiyê de nikarin weşana wekîlekî qedexe bikin. Lê gotin 'Tu carek din vê weşanê bike emê komîsyona darbeyê carek din kom nekin û belavbikin. Em dê bêjin di ruyê Sezgin Tanrikulu de belav bû' Ji ber vê yekê min dest ji weşanê berda. Wê demê MST TV  bi teşe bû. 
 
DENGÊ MAZLÛMAN E 
 
Tanrikulu, anî ziman ku MST TV. Dengê mexdûr û dengê Mazluman e û wiha got: "Piştî min ev fikir pêş xist nûçeyên binpêkirina mafan ên li ser medya tune bû min belav kir. Min Patenta wê stend. Niha ez li ser Periscope û Facebookê her duşem saet di 21.00'an de weşanê dikim. Hefteyê rojekê weşanê dikim. Lê di demên pêş de em dê vê yekê mezintir bikin. Di nava hefteyê de bi hezaran kes weşanê dişopîne. 
Di vê pêvajoya OHAL'ê de mexdûriyet zêde dibe. Kesên ku bixwaze mexdûriyeta xwe bîne ziman weşan û qada ku parve bike nabîne. Rojname û televîzyona vê mexdûriyetê bîne ziman tune. Bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan nayên dîtin. Ji ber vê yekê em hewl didin ku li ser medya civakî van binpêkirinên mafan ên nayên dîtin parve bikin. Li parlamentoyê hat xwektin ku îhlalên AKP'ê yên giran neyên dîtin. Hat xwektin ku yên dengê xwe derxin û lêpirsîna wê bikin jî dê raste rast xayîn bên îlankirin. Raste rast wekî dijmin û terorîst hatin îlan kirin. Hem li meclîsê û hem li dervê meclîsê ev yek wisa ye. Heta niha tu carî Tirkiye di rewşek wisa xerab re derbas nebûye Medya Trol heye. Ez niha di bin gefên mezin de dijîm. 
Li Tirkiye binpêkirinên mafan pir zêde ye. Kujerên ne diyar windakirin hene. Gund tên şewitandin. Mirov tên revandin. Hemû binpêkirinên mafan li Tirkiye heye. Di salên 90'an de medya tune bû. Niha medya jî tev li van binpêkirinan dibe. Berê DGM ji daraza niha gelek bkaştir bû. Niha binpêkirina mafan ji her demê bêtir e. Her diçe kûr dibe. 
 
Ez banga îtîata sivîl dikim. Ez rica dikim ku dema me weşan kir bila welatî qanalên CNN Turk, NTV û Haber Turk bigirin. Ew ji sermayedarên mezin re weşanê dikin. Lê ez raqîbê wan im. Ez dê ji wan bêtir bêm şopandin û temaşekirin."