Ozsoy ê HDP'î: Her kes dizane rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe

img

ENQERE – Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku hikûmeta Tirkiye ku geşedanên li Rojava wekî "pirsgirêka beka" dibîne bi fuzeyên S-400, dixwaze statuya Rojava asteng bike û vê yekê wekî amûr bikar tîne. Ozsoy, xwest li şûna vê yekê divê li gel Kurdan li Rojhilata Navîn bi hevre bixebitin û gavên nû bavêjin. Ozsoy, anî ziman ku gavên ewil ên vê reya aştiyê jî di Rêya Îmraliyê re derbas dibe û xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe." 

Parlamenter û Cîgirê Hevserokên Giştî yê Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê  HDP'ê Hişyar Ozsoy, têkildarî hilbijartin, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û geşedanên li Rojava li Ewropa re hin hevdîtin kirin. Ozsoy, têkildarî ziyareta xwe ya li Ewropa ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Ozsoy, bal kişand ser gefên Tirkiye yên li dijî Rojhilatên Firatê û wiha got: "Di rêbertiya Erdogan de îtîfaqa li dijî Kurd heye. 
Mesele ne tenê Erdogan e. Di rêbertiya wî de îtîfaqa li dijî Kurd e. Kesên pêşketina li Rojava wekî pirsgirêka beka Tirkiye dibînin hene. Hemû dewredaşên berê hatine li gel hev kom bûne. Ji Ergenekon, MHP, Mehmet Agar bigirin heta Tansu Çiller eniyek wan a fireh heye. Koalisyonek fireh ava kirine. Îtîfaqa di nava AKP'ê û xwediyê dewletê de heye. Ji ber vê yekê kengî firsendê bibînin dixwazin êrîşî Rojava bikin û li rêyekê digerin. 
 
‘DI MILÊ ABORÎ DE PIRSGIRÊKÊN MEZIN HENE'
 
Ozsoy, anî ziman ku heta niha Tirkiye plana operasyona li dijî Bakur û Rojavayê Sûriye li gorî dilê xwe pêş nexistiye û wiha got: “Hewldanên Tirkiye yên ji bo operasyona li dijî Rojava pir zêde didomin. Niha di milê aborî de pirsgirêkên mezin ên Tirkiye hene. Pêdiviyên piştgiriya finansê heye. Rêya vê yekê jî di Emerîka re derbas dibe. Niha ev rojeva dewleta kûr û dewleta nû ku em wekî ‘Rêxistinbûna faşizmê" pênase dikin e. Tirkiye rêveberiya xweser a li Rojava ji bo xwe wekî pirsgirêka beka  dibîne."  
 
‘ARMANCA AMERÎKA TUNE KU DERKEVE' 
 
Ozsoy, bal kişand ser helwesta Amarîka û Rûsya û wiha got: "Bê guman helwest Rûsya û Esad a li Rojava girîn e. Lê niha nêta Amarîka tune ku ji Rojava derkeve. Esad, dixwaze Kurd teslim bibin. Ger ku Amarîka ji wir xwe vekişîne wê hert her tişt ji serî de dest pê bike. Ger ku DYA xwe vekişîne, zextên Esad, Tirkiye û Îran ên li ser gelê Kurd wê zêde bibin. Şere li Sûriye 8 salin didome. Li pêş DYA hilbijartin heye. Bi îhtîmalek mezin Trump nayê hilbijartin. Polîtîkayek dewletê ya DYA heye. Niha tu nêta DYA tune xwe vekişîne." 
 
‘SURÎYE WÊNEYÊ ROJHILATA NAVÎN Ê BIÇÛK E 
 
Ozsoy, bal kişand ser rewşa Sûriye û wiha lê zêde kir: "Hemû hêzên derve cihê xwe di nava şerê li Sûriye de digirin. Sûriye wêneyekî biçûk ê li Rojhilata Navîn e. Mijar ne tenê stendina Idlibê û dayîna bajarê din e. Ne tenê meseleya eskerî ye. Şer zûde qediya ye. Ji ber vê yekê Sûriye çawa bê avakirin wê pêşeroja siyaseta Rojhilata Navîn jî wia pêş bikeve. Yên li Sûriye bi ser bikevin wê li Rojhilata Navîn jî bi ser bikevin." 
 
‘MESELE NE S-400, ASTENGKIRNINA STATU YE'
 
Ozsoy, anî ziman ku meseleya Tirkiye ya esasî ne stendina S-400 e û wiha got: "Armanca sereke astengkirina Statuya Kurdan e. Tirkiye ji DYA re dibêje. 'Ger ku tu ji Rojava dernekeve ezê ji Rûsya S-400 bistînim.' Tirkiye ji bo statuya Kurdan asten bike têdikoşe. Armanca Tirkiye ne pergala parastinê ye. Vê yekê li dijî DYA û Kurdan wekî amûr bikar tîne. " 
 
Ozsoy, anî ziman ku ger Tirkiye Kurdan bike hevalên xwe û gavek nû bavêje wê li Rojhilata Navîn pêş bikeve û wiha lê zêde kir: "Li şûna Tirkiye statuya Kurdên li Rojava ji bo xwe gef û pirsgirêka beka bibîne, divê bi kurdan re bibe yek. Divê li Rojhilata Navîn Kurd û Tirk bi hevre bixebitin. Divê meseleya Kurdan li ser esasê demokratîk bê çareserkirin. Tirkiye niha li firsendê digere ku têkeve Rojava. Pêk bîne nîne ne diyar e. Girêdayî pêvajoya muzakereyan e." 
 
‘HER KES ROLA OCALAN A LI ROJAVA BAŞ DIZANIN' 
 
Ozsoy, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û roja Ocalan a li ser çareseriyê û wiha berdewam kir: “Li vir pirsgirêk ne pirsgirekek hiqûqî ya hêsan e. Leyla Guven û hevalên din jî tev baş dizanin. Hemû kesên ku li derve û li girtîgehan ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger baş dizanin ku bi tecrîdê pêvajoya  aştiyê bi dawî bûye û şer dest pê kiriye. Dîsa tev baş dizanin ku bi rakirina tecrîdê wê şer bi dawî bibe û aştî dest pê bike. Ger ku nerîna Tirkiye ya li hemberî Kurdan neyê guhertin kes ji girtîgehan dernakeve. Çalakî jî wê bidomin. Yên girtî ne ji bo daxwazên xwe yên şexsî, ji bo rê li pêş aştiyê vebe ye. Her kes dizane rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Her kes rola Birêz Ocalan a di nava siyaseta kurd û Rojava de baş dizane. Berê bi awayekî ne fermî be jî dewletê hin gav avêtin. Ger ku bê bîra we çawa pêvajoya çareseriyê qedandin tecrîd dest pê kirin. Herdu di wextekê de pêş ketin. Divê pêvajoya aştiyê dest pê bike. Ji bo vê vê yekê jî pir girîng ke ku li Tirkiye tecrîd bi dawî bibe. Divê Tirkiye dîsa li eyarên berê yên pêvajoya çareseriyê vegere. Em wekî HDP'ê bi şev û roj li gel malbatan xebatên diplomatik dimeşînin. Ji bo daxwazên girtiyan pêk bên û rê li pêş pêvajoya nû ya aştî û diyalogê vebin me lez daye xebatên xwe. Em ê hemû hêz û enerjiya xwe ji bo çalakiyên greva birçîbûnê xerç bikin. Me piştî civîna MYK'ê lez da xebatên ji bo çalakiya greva birçîbûnê. Karê me yê ewil me bi Yekîtiya Navbera Parlamentoyan (ÎPO) ya Parlamentoya Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin pêk anî. Me li Lijneya Gişti der barê çalakiya Leyla Guven û girtiyên din de niqaşên zêde meşandin. Delegasyonên Tirkiye lijne şermezar kirin û derketin dervê salonê. Me demek fireh ji bo tecrîdê û armanca çalakiya li dijî tecrîdê veqedant. Li wir em li gel heyetek Konseya Ewropa çûn bi Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT), Sekreterê GieşTî yê Ewropa, Serokê Parlamentoya Konseya Ewropa, û komên sosyalist re hevdîtin pêk anîn. Me hasasiyet anî ziman." 
 
‘DAXWAZA RAKIRINA TECRÎDÊ DEWA DIBÎNIN'
 
Ozsoy, anî ziman ku wan di hevdîtinan de bal kişandin bê qanûniyatecrîda li Îmraliyê ku wiha bi dawî kir: "Me diyar kir uk tecrîd li dijî Qanûna Bingehîn a Tirkiye û li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) ye. Me bi lez ev mijar anî rojeva Lijneya Giştî. Sekreterê Gişti yê Konseya Ewropa Serokê Parlamentoyê û nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku tecrîd di dijî zagon û sinc e. Anîn ziman ku çalakiyên li dijî tecrîdê rewa ne. Me israr kir ku ji bo daxwazên me bikin rojev û li ser hûr bibin têbikoşin. Me diyar kir ku em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bidin û kesên ketine grevê jî ne ji bo mirinê ji bo bidin jiyandin û bijîn vê çalakiyê pêk tînin. Leyla Guven û girtiyên din jî pir aşkere ev yek anîne ziman û me ev daxwaza çalakgeran bi wan re parve kir." 
 
MA / Zemo Aggoz – Diren Yurtsever